Şahidê bûyera Alî Îsmaîl axivî

Şahidê bûyera Alî Îsmaîl axivî

Alî Îsmaîl Korkmazê ku di dema protestoyên Parqa Gezî de hate kuştin, kesê ku bû şahidê derbkirina wî axivî. Şahid eşgalê hemû faîlan vegot.

Di bûyera kuştina ciwanê 19 salî Alî Osman Korkmaz de hê tu tiştek nehatiye kirin û şahidekî bûyerê xwe gihand rojnameya Cumhuriyetê. Li gorî nûçeya rojnamegeyê bi navê S.B.Y  der barê bûyerê de axiviye û kê îşkece lê kiriye vegotiye.

S.B.Y wiha got: “Gaza îsotê avêtin me ez çûm firinê.  Di firinê de jib ilî du kesan, kesekî di destê wî de cop hebû û min wek polîs dît hebû. 10-15 deqeyan di firinê de mam.  Li der polîsên sivîl di destê wan de cop hebû. Di destê de wan de telsiz hebûn.  Her wiha kesekî  bejna wî 1.60-1.65 ku porî wî hinek spî bibû û temenê wî nêzî 35’an hebû. Ksekî din yê salê wî 25-30 jî hebû.  Bejna wî 1,65 û zeyif bû. Ev kes polîsên sivîl bûn bawerim.

Di ruyê polîsekî de maskeya gazê hebû. Li ser maske  tu tîpek an jî hejmarek tunebû. Dema maskeya xwe derxist min baş ew dît. Kesekî bi simbêl, porê wî kurt û esmer bû. Bejna wî 1.70 bû. Polîsekî din jî 1.75-1.80 bû. Zeyif bû porê wî reş û dirêj bû. Wekê ku tayên spî ketibû porê wî.

Şahid da zanîn ku dema ew di firinên de deng ji der hatiye û bi vî dengî re derketine derve û wiha got: “Polîsê ku porê wî dirêj, hinek spî bibû û polîsekî din ew dibirin. Berbi bazara girtî dibirin.  Li vî kesî dan. Bi çopan û pihînan. Ew kesê ku di destê de dar hebû jî lê dida. Bi pihîn û dar lê didan. Piştî demekê polîsên sivîl ji ser vî kesî veqetiyan.  Ew kesê di destê wî de dar hebû ma. Wî lêdan berdewam kir. Kesê ku lêdan dixwar derfetek dît û reviyan.  Ew kes di destê wî de dar hebû jî hat ligel firinê. Ez jî li wir bûm.

Şahdi destnîşan kir ku ew li bende bûyerê bû ku bûyer rawestin lê bi êrîşa hêzên çevîk du kes berbi wan direviyan û wiha got: “Ji van kesan yek yê pêşiyê kesê min wêneyê wî rojnameyê de dît Îsmaîl bû. Ew kesê di destê wî de dar hebû xwe veşartibû. Wî polîsê ku di destê wî de dar hebû û çend polîsên din Îsmaîl girtin.  Bi awayekî hovene lêdan. Îsmaîl bi bandora darbeyan ket erdê.  Polîsan lêdan berdewam kir. Îsmaîl bi serê xwe girtibû.  Li ruyê wî didan. Ew ji ser hişê xwe çû. Ew polîs hatin cem firinê. Îsmaîl çend deqe şûnde hat ser hişê xwe. Polîsan jêre got hêj hişê te nehatiye serê te. Îsmaîl bersiv da wan. Li ser vê polîsan careke din lê da.

Şahid da zanîn ku Îsmaîl Korkmaz hewl daye bireve lê rastî komeke polîsan a din jîhatiye û careke din ew nedîtiye. Şahid da zanîn ku dema polîsên sivîl hatine cem firinê, yek ji polîsan ji polîsê ku di destê wî de dar hebûye re gotiye, bê deng be tuyê derd li serê me çêbikî.  Şahid da zanîn ku ew kesê di destê wî de dar hebû û yê por dirêj dikare bê teşhîskirin.