Saetek ji DNA Napolyon tê çêkirin

Saetek ji DNA Napolyon tê çêkirin

Kargeheke saetan a Swîsreyê ragihand, ku ew ê saeteke tê de tayê porê împaratorê Fransayê Napolyon Bonaparte heye, hilberînin. Tayê por ê di hilberîna saeta balkêş de were bikaranîn wê bi tenê 0,5 mîlîmetre dirêj be. Kargehê ev hilberîna xwe ya nû bi gotina "Saeta ji DNA Napolyon" ragihand.

Kargeha saetan a Swîsreyî DeWitt da xuyakirin ku wê saetên destan ên ji mîkro fragmanên porê Napolyon çêbike. Rêvebera kargehê Viviane de Witt ku ji sulaleya ji birayên Napolyon Jérome Napolyon tê anî ziman, ku ew ê tayê porê Napolyon ê vê mehê ji muzayedeyê kiriye, bikar bînin.

De Witt got, "Di nava saetan de wê DNA Napolyon hebe" û ragihandin ku buhayê her yek ji van 400-500 saetên bên çekirin wê herî kêm 8 hezar euro be.

Dirêjahiya tayê por ê li nava saetan bên bicihkirin jî wê bi tenê 0,5 mîlîmetre be û bi alîkariya mîkroskopê karibe bê dîtin. Li ser cama saetê jî wê wêneyê Napolyon bê bicihkirin.

Di nava vê mehê de, di muzayedeyeke li paytexta Fransa Parîsê de, bi dehan eşyayên Napolyon hatibûn firotin.