Saçilik milê xwe bi xwe jêkiriye!

Saçilik milê xwe bi xwe jêkiriye!

Dadgeha Şêwirmendiyê ji bo milê Velî Saçilik yê jê bû got ‘bi kusurê wî pêk hatiye’ û biryara tazmînatê ya dadgeha herêmî xera kir. Saçilik ji bo biryarê da zanîn ku ev hilberîna zîhiniyeteke dijminahiye û got: “Ez edelet û hiqûqa wan naxwazim. Ez milê xwe yê jêbûye dixwazim.

Velî Saçilik di 5’ê tîrmeha 2000’î de li girtîgeha Burdurê di operasyona pêk hat de milê wî bi kelepçê hat jêkirin. Milê wî avêtin sergo û kuçîkekî ew milê wî  li kolanan gerandibû û wêneyê ku hatibû kişandin demeke dirêj di hişê mirovan de cih girt.

BIRYARA YEKEMÎN: JÊKIRINA MIL DERVEYÊ MIROVAHIYÊ YE

Piştî  li Dadgeha Îdarî ya Antalyayê doz hat vekirin. Dadgehê da zanîn ku jêkirina mil derveyê mirovahiyê ye û ewlehiya canê wî kesê ku di girtîgehê de bû ji dewletê dihat pirsîn. Dadgehê tazmînat xwest.

Dadgeha îdarî ya Herêmî biryar  xera kir. Dadgehê balkişand ser ‘rayeya kuştina dewletê’ û îdia kir ku Saçilik terorîste.  Dadgeha Şêwirmendiyê bi hinceta payîna encama ‘doza serhildanê’ biryar xera kir.

Lê biryara dawî ya Dadgeha Şêwirmendiyê, berovajî hinceta xerakirina xwe bû. Dadgehê demboriya doza serhildanê li ber çavan negirt û got pêwistî bi tazmînatê nîne.

KUSUR YÊ WÎ YE

Saçilik ligel ku ji doza dihat darizandin berat kir jî ‘endamê rêxistinê’ hat îlankirin û îdia kirin ku Velî Saçilik tevli serhildana girtîgehê bûye û jêbûna milê wî ji kusurê  wî pêk hatiye.

 Saçilik  bertek nîşanê biryarê da û li DMME’ê doz vekir û got îşkenceya dewletê li wî kiriye  hatiye belgekirin.

Saçilik got Dadgeha Şêwirmendiyê hiqûq binpê kiriye û got ligel ku wî berat kiriye ew encadamê rêxistinê îlan kirine.

Saçilik wiha got: “Ev 13 sale milê min nîne. Bila dest ji min berdin.ez edelet û hiqûa wan naxwazim. Ez milê xwe dixwazim. Milê min jêkirin, avêtin sergot. Kuşikan milê min xwar.ez vê demokrastiya ‘pêşveçûyî’ naxwazim.