SÎHA wê bibe amûra ku gora AKP'ê dikole
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, li ser êrîşên bi SÎHA tên kirin ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re nivîsand.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, li ser êrîşên bi SÎHA tên kirin ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re nivîsand.
Karasû diyar kir, ku desthilatdariya AKP'ê niha jî bi balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) sivîlan dikuje û got, "Dema ku li Colemêrgê sivîl bi SÎHA hatin kuştin, raya giştî nerazîbûn nîşan da. Ji ber ku yek ji van nerazîbûnan ji nava CHP'ê hat, Tayyîp Erdogan û derdora wî rabûn ser piyan. Mîna ku bêje, 'tu çawa amûrên me yên cînayetê teşhîr dike' êrîşî parlamenterê CHP'î Sezgîn Tanrikûlû kirin. Çawa ku Fethûllahî Îdrîs Naîm Şahîn di dema wezîrtiya xwe ya karên hundir de piştî komkujiya Roboskî nerazîbûn nîşan da, Tayyîp Erdogan jî bi heman rengî nerazîbûn nîşan da û got, 'ev ne sivîl in'. Îdrîs Naîm Şahîn jî gotibû 'ev ne sivîl in, qaçaxçî ne' û hewl da bû kuştina 34 ciwan û zarokan rewa nîşan bide. Ji ber ku li gorî şefên vî şerê qirêj, divê moralê çeteyên ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd şer dikin, neyê xerakirin. Bi gotinên bi vî rengî divê qelsî di vî şerê qirêj de neyê derxistin. Lewma divê xwedî li kujerên sivîlan dikujin bê derketin."
Karasû destnîşan kir, ku Tayyîp Erdogan bi çi rengî nêzî komkujiya Roboskî bû, bi heman awayî nêzî kuştina sivîlan bi rêya SÎHA bû û got, "Kujer parastiye. Bi awayekî vekirî gotiye, 'hûn nikarin der barê amûrên kujer de gotineke neyînî bêjin'. Li ser rêya Kazakîstanê li balafirgehê got, 'ne sivîl in, ew terorîst in'. Bi vî rengî nîşan da ku wê komkujiyên ji niha û pê ve yên wiha biparêze. Bi vî awayî ev amûr xistiye bin kontrola xwe."
Karasû ragihand, Tayyîp Erdogan bi vê helwesta xwe re balafirên bê mirov ên bi çek parastiye û ferman daye ku komkujiyên xwe bidomînin.
Karasû bal kişand ser hesasiyeta Erdogan a têkildarî van amûran û wiha dewam kir: "Ev amûr ji aliyê malbatên hevserên keçên Tayyîp Erdogan ve tên çêkirin. Xizmê herî nêz ê Tayyîp Erdogan, bazirganên çekan û hilberînerên çekan e. Tayyîp Erdogan axayê şer e, xizmên wî jî baronên şer in."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, sedema herî girîng a hêrsa li dijî parlamenterê CHP'yî Sezgîn Tanrikûlû ew e, ku di têkoşîna dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd de tengav bûne û got, "Ji ber vê yekê, ji rexneyekê jî ditirsin. Ji ber ku bi zorê li ser piyan dimînin. Eger di şerê dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd de bandora wan bişikê, encamê negirin, wê desthilatdariyê ji dest berdin. Bi vê tirs û hêrsê êrîş dikin. Zimanê Tayyîp Erdogan ê di dema parastina SÎHA'yan de bi kar anî, nîşan dide bê çiqasî ditirse. Xuya ye Tayyîp Erdogan nikare razê."
Karasû da zanîn, balafirên bê mirov ên bi çek bûye çeka herî xetere û wiha dewam kir: "Balafirên bê mirov ên bi çek ên di destê DYA û Îsraîlê de ne, rê li ber mirina gelek însanî vekir. Ji ber vê yekê yên bêçek ji Tirkiyeyê re hatibe dayin jî, yên bi çek nehatin dayin. Ji ber ku ji komkujiyên bi van amûran tên kirin, bi qasî yên komkujiyê dikin, xwediyê van amûran jî berpirsyar in. Lewma firotina van amûrên bi çek zor û zehmet e. Wekî din pêwîstî bi erêkirina kongreya DYA heye. Ji ber ku potansiyela kuştina sivîlan bi van çekan gelekî zêde ye. Ji xwe heta niha gelek komkujî bi van amûran hatine kirin. Rêveberiyê wan welatan ji van komkujiyan berpirsyar in. Her ku sivîl bi van amûran bên kuştin, siyasiyên wî welatî sûc kirine. Lewma ev çekên navborî wê bibin amûra ku gora AKP û Tayyîp Erdogan dikole. Ev kujer wê bên darizandin û berpirsyar teqez bên cezakirin."