Xetereya jiyanî ya Onder berdewam dike
Dermankirina endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder di lênihêrîna giran de didome û hat ragihandin ku xetereya jiyanî ya Onder hîn jî berdewam dike.
Dermankirina endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder di lênihêrîna giran de didome û hat ragihandin ku xetereya jiyanî ya Onder hîn jî berdewam dike.
Dermankirina Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li Nexweşxaneya Florence Nightingale di roja 11’an de didome û xeteriya jiyanî didome.
Parlamentera Partiya DEVA’yê Evrîm Rizvanoglû û şandeya pê re, yek ji Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê û Wezîrê Karên Derve yê berê Hîkmet Çetîn û Îbrahîm Tatlises çûn nexweşxaneyê.
Şandeya ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Sarûhan Olûç, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Omer Ocalan, Çîçek Otlû, Sumeyye Boz, Adalet Kaya û endamên PM’ê pêk dihat, serdan qebûl kirin.