Rejîma Îranê 5 girtî îdam kir
Hat ragihandin ku rejîma Îranê di 27-28’ê Sibatê de 5 girtî bi îdiayên “qetilkirina bi plankirî” û “bazirganiya hişbirê” îdam kir.
Hat ragihandin ku rejîma Îranê di 27-28’ê Sibatê de 5 girtî bi îdiayên “qetilkirina bi plankirî” û “bazirganiya hişbirê” îdam kir.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku roja 28’ê Sibatê, Şûeyb Rezapûr ê 30 salî ku xelkê gundê Sost ê yê navçeya Esfarayn a Eyaleta Xorasanê ye bi tawanbariya “qetilkirina bi plankirî” li ber çavên xelkê hat îdamkirin.
Di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin ku 4 Kurd li Girtîgeha Ghezel Hesarê ya navçeya Karajê ya Eyaleta Elborzê hatine darvekirin. Hat destnîşankirin ku Mûstafa Hazhir-Pirouz (40) ji Asadabada ya Eyaleta Hemedanê ye bi tawanbariya madeyên hişberê hatibû cezakirin, Amir Ceferpenah ji Bîcara Eyaleta Loristanê, Alireza Basatiniya (23) ji Eyaleta Îlamê û Sajcad Eghbali ji Kuhdashtê ya Eyaleta Loristanê yên ku bi tawanbariya “qetilkirina bi plankirî” hatibûn cezakirin, hatin îdamkirin.