Ciwanên govend gerandin hatin girtin

9 ciwanên ku li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kirine" ji hêla dadgehê ve hatin girtin.

Li Mêrsînê 9 ciwanên kurd li ber Behra Spî govend gerandin, dirûşm berz kirin û dîmenên xwe li ser hesabên medyaya dijîtal parve kirin. Ciwan, ji ewil hedef hatin nîşandan û piştre hatin binçavkirin. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li midûriyeta emniyetê, ciwan sewqî edliyeyê hatin kirin. Ciwanên ku îfade dan dozgeriyê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin û bi daxwaza girtinê sewqî 1’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Mêrsînê hatin kirin. 
 
Ciwanên bi navên Elmascan Ferhat Kaygin, Halîl Ozturk, Ramazan Ozturk, Ugur Ozturk, Mahmût Gumuş, Serdar Amaç, Talha Yilmaz, Mehmet Salih Amaç û Muhammet Emîn Amaç bi heman îdiayê hatin girtin û şandin girtîgehê.