Girtiyê nexweş Tîryakî 3 meh in dernaxin revîrê

Girtiyê nexweş Mehmet Nûrî Tîryakî yê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê tê ragirtin diyar kir ku 3 meh in wî dernaxin revîrê. 

Mehmet Nûrî Tîryakî yek ji girtiyên nexweş ên giran e û li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê tê ragirtin. Tîryakî, 28 sal in girtî ye û nexweşiyên wî yên weke şekir û hîpertansiyonê hene. Guhekî wî ji sedî 75 û yê din jî ji sedî 85 nabihîse. Lê belê di peydakirina dermanên pêwîst de zehmetiyan dikişîne. 
 
Tîryakî bi rêya parêzerên xwe da zanîn ku ev 3 meh in wî dernaxin revîrê. Tîryakî anî ziman ku gardiyan her tim bersiva neyînî didin wî.