KCDK-E: Li dijî dagirkeriyê divê li her derê rabin ser piyan

KCDK-E’yê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê banga berxwedana topyekûn li gelê Kurd kir û got, “Li her derê ku em lê ne rabin ser piyan.”

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkîldarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyekî nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û qadên gerîla seferber bibin û li her derê çalakiya protestoyî li dar bixin.”

‘DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD HEDEF TÊN GIRTIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku di êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd de encam nagire, bi israr şerê ji bo tunekirina hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê didomîne.”

Dewleta Tirk a qirker bi hevkariya hêzên hevkar û dewletên herêmê vê şerê bir qonaxeke nû. Ji bo vê hemû hewldanên provokasyon û derfet tên bikaranîn. Di êrîşa ku bi alîkariya PDK’ê tê girtin de destkeftî û azadiya gelê Kurd tê hedef girtin. 

Başûr û Şengal di bin gefekî cidî de ne. Dewleta Tirk dixwaze Başûr û Şengalê dagir bike û weke li Efrînê ji qirkirinê bike. PDK weke milê kêlek a dewleta Tirk dixebite, ji dagirkeriyê re zemîn amade dike û ji bo vê yekê hemû derfetên xwe seferber kiriye.  

Sewqiyata leşkerî ya giran ku li Başûrê Kurdistanê tê kirin, bi piştgiriya PDK’ê dewam dike. PDK rêyên fermî ji artêşa Tirk a dagirker re vekir û kontrolê bi temamî ji artêşa Tirk re hiştiye. Dewleta Tirk bi berfirehkirina êrîşên dagirkeriyê, dixwaze îdareya Başûrê Kurdistanê bixe bin destê xwe.

Hikûmeta Iraqê li şûna ku li hember ferzkirinên dewleta Tirk helwesteke bigire, tevlî polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bûye. Ev hevkarî ku gef li pêşeroja gelê Kurdistanê jî dixwe, gefeke cidî ku ne di berjewendiyên gelên Iraqê deye. 

Tevgera Azadiya Kurd zêdeyî 40 sal in ji bo pêşeroja azad a gelê me têkoşîneke mafdar û rewa dide. Ya ku hedef tê girtin destkeftiyên gelê Kurdistanê û hemû nirxên Kurdistanê ne. Pêşeroja me, xaka me û dîroka me di hedefa êrîşan de ne. Li şûna pêşerojeke azad, asîmîlasyon û qirkirin li ser gelê Kurd dimeşînin. 

‘XWEDÎDERKETINEK BIHÊZ Û ZELAL PÊWÎST DIKE’

Ji bo ku ev êrîş bên têkbirin û gelê Kurd di nava şert û mercên azad de bijî, divê hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê di ferqa talûkeyê de bin û bi xwedîderketinek zelal û bihêz li dijî êrîşan rabin. Tenê bi vî rengî êrîşên dagirkerî û qirkirinê dikarin bên têkbirin. Tenê bi vî rengî dikarin xaka ku bi hezaran kes canê xwe di oxira wê de dane, biparêzin.”