Li navçeyên Amedê ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ banga seferberiyê hat kirin

Xebatên mîtînga "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demikratîk” a ku di 13'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin, bi hemû hêza xwe dewam dikin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek sazî bi serdana malan gel vedixwînin mîtîngê.

Xana Axpar: Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû û rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê û çalakvanên TJA'yê li navçeya Xana Axparê serdanan pêk anîn û gel vexwendin mitîngê.

Erxenî: Zeynep Odûncû û rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên navçeyê esnafan ziyaret kirin, girîngiya mîtîngê vegotin û banga tevlîbûnê li ciwanan kirin.

Farqîn: Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan dewam dike û bang li gel kir ku bi ruhê Newrozê beşdarî mîtîngê bibin.

Peyas: Parlamenter Zekî Îrmez bang li gel kir ku ji bo aştiyê di 13'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê bibin.

Pasûr: Parlamenter Serhat Eren bal kişand ser girîngiya mîtîngê û diyar kir ku tevlîbûn wê biryardariyê nîşan bide.

Sûr: Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan gel vexwend mîtîngê.

Licê: Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd banga tevlîbûna mîtînga kir.

Endamên Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz jî ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê bangawazî kirin û belavok belav kirin.