Çalakiyên nobetê didomin: Qeyûmê diz ji Colemêrgê biciheme!

Di çalakiya nobetê de peyam hat dayîn ku heta şaredarî bi raya giştî re parve bikin wê berxwedan bidome.

NOBETÊN LI DIJÎ DESTESERKIRINA VÎNÊ

Çalakiyên nobetê yên piştî girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û desteserkirina şaredariyê hatin destpêkirin, didomin. Desteserkirina vînê bi nobetên li ber şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê Gelan (DEM Partî) hatine destpêkirin tê şermezarkirin.

AMED 

Nobeta li dijî tayinkirina qeyûm a li ser Şeredariya Colemêrgê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat detspêkirin, berdewam dike. Li ser avahiya şeredariyê pankarta ku li ser, "Şeredarî yên me ne em destûr nadin desteserkirinê" dinivisî hat daliqandin. Di nobeta rûniştinê ya îro de de dengbêjan stranên xwe pêşkeşî gel kirin. Welatiyên ku li ber şeredariyê di nobeda rûniştinê de bûn jî bi guhdarkirina degbêjan nobeda xwe ya îro domandin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halide Turkoğlu jî tevlî nobeda rûniştinê bû. Çalakiya nobeda rûniştinê bi guhdarkirina dengbêjan ve berdewam dike. 

ÊLIH

Çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Êlihê hat destpêkirin, didome. Rêveberên bajêr û navçeyan ên DEM Partî û DBP'ê, TJA û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr beşdarî nobedê bûn û di çalakiyê de dirûşmeya "Qê qeyûm biçin, wê gel bên" hatin berzkirin. Çalakgeran peyama heya şaredariya Colemêrgê cardin bibe ya gel wê têkoşîn bidome. 

EDENE

Li Edeneyê jî çalakiya nobetê li taxa Barbaros a navçeya Seyhanê didome. Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr beşdarî nobetê bûn. Li vir dirûşmeyên "Şaredarî ya me ye, em ê rê nedin desteserkirinê" û "Heq, hiqûq û edalet" hatin berzkirin. Çalakgeran destnîşan kir ku heya qeyûm biçe ew ê li kuçeyan bin. 

Polîsên Tirk bi îdiaya ku hemû çalakiyên "qedexe ne” park dorpêç kirin û hewl dan nobetê asteng bikin. Girseyê pankarta "Şaredarî ya me ye, em ê destûrê nedin desteserkirinê" hilgirtin û gelek caran dirûşmên "Zext nikarin me asteng bikin", "Maf, hiqûq, edalet", “Qeyûmê diz, ji Colemêrgê biciheme”, “Her der Colemêrg e, her der berxwedan” berz kirin.

Girseya gel bi çepikan, desteserkirina vînê protesto kir û sirûda "Herne Pêş" û stranên berxwedanê xwendin. Li ser navê girseyê Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr daxuyanî da û diyar kir ku ew weke duh jî îro li qadan in û vîna xwe diparêzin.  Aydemîr anî ziman ku şaredarî aîdê gel in û heta qeyûm biçe wê li kolanan bin.

Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.