Operasyona dagirkirinê ya li çiyayê Agirî didome

Dewleta Tirk êrîşên dagirkirinê yên li ser çiyayê Agirî daye destpêkirin didomine û ketina zozanan jî qedexe kir.

ÊRÎŞA DAGIRKIRINÊ

Operasyona dagirkirinê ya ku di 18'ê Hezîranê de li herêma Qeta Reş a çiyayê Agiriyê û herêmên din ên navçeya Bazîd a Agiriyê bi beşdariya gelek leşker, polîs û cerdevanan hat destpêkirin, didome. Herêma Qeta Reş rojekê li ser hev bi helikopter û balafirên şer hat bombeberankirin. 

ÇÛNA ZOZANAN HAT QEDEXEKIRIN

Her wiha ji ber operasyon daagirkeriyê çûna zozanên li herêmê û derketina ji zozanan jî hat qedexekirin. Hat hînkirin ku gundî ji ber operasyonê nikarin heywanên xwe bibin zozanan û gundiyên li zozanan jî ji zozanan hatine derxistin. 

ÊŞKENCE LI CENAZE KIRIN

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk daxuyand ku di şerê di navbera gerîlayan û leşkerên TSK'ê de  gerîlayek şehîd bûye.

Hat diyarkirin ku gerîlayê şehîd bûye Yilmaz Oner (Şeyhmûs Malazgir) e û cenazeye wî radestî malbatê hatiye kirin. Hat diyarkirin ku ji bo definkirinê cenazeye gerîlayê HPG’ê Oner birine Milazgirê, lê ji bo wecîbeyên dînî destûra mele nehatiye dayîn. Hat hînkirin ku cenazeye Oner hatiye xerakirin û piştî ferden malbatê wecîbeyên olî pêk anîne, cenaze hatiye definkirin. 

Her wiha kesekî ku dema wecîbeyên xwe yên olî bi cih anîbû li wir bû wiha got: "Di dîmenên ku di dema operasyonê de li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin de bedena wî temam bû. Lê dema ku radestî me kirin, me dît ku bi awayekî keyfî dest, stû, ser, zik û lingên wî şikandine.”