Ji bo 3 girtiyên nexweş çalakî: Rewşa wan giran e, divê demildest bên tehliyekirin

Di çalakiyên li 3 bajaran hatin lidarxistin de bal kişandin ser şert û mercên girtiyên nexweş Yildirim Demîr, Mehmet Guvel û Abdullah Zoraslan û hat destnîşankirin ku divê girtiyên nexweş demildest bên tehliyekirin.

Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya 501’emîn de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHD’ê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Girtiyên nexweş berdin” hate vekirin. Daxuyanî ji hêla endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendin û balk kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ku 28 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin. 
Nûray Çevîrmen diyar kir ku xeteriya felcbûna Demîr heye û got, "Divê demildest bê tehliyekirin.”


ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 288’an de li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Guvel ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin. 
 Daxuyaniya bi Kurdî ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş ve û ya Tirkî jî rêveberê şaxê Ahmet Çîçek xwend. 
Di daxuyaniye da hat gotin ku dema Guvel li Nexweşxaneya Prof. Dr. Cemîl Taşçioglû ya Stenbolê ji ber penceşêrê dihat tedawîkirin di 6’ê sibata 2024’an de hatiye girtin û tedawiya nîvço hatiye hiştin û peyama "Divê demildest bê berdan" hat dayîn.


STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî di hefteya 629’an de çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li dar xist. Daxuyanî li ber avahiya şaxê hate dayîn. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Zoraslan ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê tê ragirtin û nexweşiyên wî yên weke dil, gurçik û tansiyona bilind hene. 
 
Daxuyanî ji hêla endama Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê Meryem Bars ve hate xwendin. Bars, got ku nexweşiyên weke tansiyona bilind, gurçik, pişik û mîzdankê yên Zoraslan hene û bi rûviyên ji sedî 85’ê wan hatiye girtin dijî. Bars, got ku divê Zoraslan tavilê were berdan.