30 sal in di girtîgehê de ye, 2 caran berdana wî bi keyfî tê astengkirin
Serbestberdana Alî Şen ê ku 30 sal in di girtîgehên dewleta Tirk de girtî ye, careke din bi hincetên keyfî hat taloqkirin.
Serbestberdana Alî Şen ê ku 30 sal in di girtîgehên dewleta Tirk de girtî ye, careke din bi hincetên keyfî hat taloqkirin.
Alî Şen li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye. Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiyê cara duyemîn bi awayekî keyfî serbestberdana Alî Şen taloq dike.
Diviyabû Alî Şen di 24’ê Cotmeha 2023'yan de bihata berdan. Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiyê di biryara xwe ya yekemîn de 6 mehan taloq kir.
Şande dîsa li hev kom bû, vê carê jî bi hinceta “poşmaniyê qebûl nake” berdana Şen taloq kir.