'4'ê Nîsanê rojbûna me hemûyan e!'

Bi wesîleya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin û peyama “4’ê Nîsanê rojbûna me hemûyan e” hat dayîn.

PÎROZBAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ

75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran bi çalakiyan hat pîrozkirin.

SÊRT

Li Sêrtê bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Eywana Konferansan a Denîz Poyraz a li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar çalakî hat lidarxistin. Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş Erdogan, rêveberên Komeleya Botanê û gelek kes tev li bûn. Li eywanê pankartên “Hezar silav ji roja ku heqîqet û jiyana azad bi biharê gihiştine hev. Rojbûna te pîroz be” û “Bûyîna te bûyîna me ye” hatin daliqandin. 

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Bi xwîn bi can em bi te re ne ey Serok" hatin berzkirin û çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endamê DBP’ê Mehmet Can Nas axivî û bandora Abdullah Ocalan a li ser gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn vegot. Piştre jî sînevîzyona ku ji axaftinên Abdullah Ocalan pêk dihat hate pêşandan. 

Piştre jî Sebahat Saritaş a DEM Partiyî axivî û got ku 4’ê Nîsanê ne rojbûna tenê kesekî, rojbûna hemû Kurdan, hemû gelên bindest, ên tune dihesibînin û li dijî vê derdikevin e. Erdogan, diyar kir ku 4’ê Nîsanê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêvî ye û wiha domand: “Di şexsê birêz Ocalan de gelê Kurd tê tecrîdkirin. Ji ber ku hêvî ye, ji ber ku hêviya me mezin dike, dixwazin di şexsê wî de bêhnê li me biçikînin. Ev gelê ku bi pêşengtiya wî rabûye ser pêyan, heta birêz Ocalan azad nebe nasekine. Bila ev soza me ya ji bo wî û rêhevalên wî be. Heta em digihijin armanca xwe jî dê têkoşîna me bidome.” Dayika Aştiyê Taybet Tekîn jî bertek nîşanî astengkirina Meşa Amarayê da û wiha got: “Hûn nikarin Kurdan tune bikin, hûn nikarin serî bi Kurdan bidin tewandin.” 

Bername, piştî axaftinan bi gerandina govendê bi dawî bû. 

STENBOL

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî li avahiya xwe ya li Fatîhê hatin gel hev û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin. Eywana pîrozbahiyê bi wêneyên Abdullah Ocalan, find û çîçekan hate xemilandin. Di pîrozbahiyê de paste hate birîn, stran hatin gotin. Piştre jî Dayika Aştiyê Rewşan Doner axaftineke kin kir. 

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 

ŞIRNEX

Bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Abdullah Ocalan li gundê Mîr Hesen ê girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê li ber Çemê Dîcleyê darên fêkî û kajê hatin çandin.  Rêxistina DEM Partiyê ya Cizîrê, Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA'yê jî tev li çandina daran bûn. Li gund 75 dar hatin çandin. Dayikên ku dar çandin daxwaza azadiya Ocalan û aştiyê kirin.