Di çalakiyên Nobeta Edaletê de 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin

Çalakvanên Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye desptêkirin, di çalakiya îro de rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin. 

Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, îro jî li gelek bajaran berdewam kir. 

WAN

Nobeta Edaletê ya ku li Wanê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 122’yan de li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar berdewam kir. Gelek xizmên girtiyan tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de rojbûna Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

AMED

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina DBP’a Rezanê ya Amedê hatiye destpêkirin di roja 122’yan de berdewam kir. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.  Di çalakiya îro de xizmên girtiyan 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

MÊRDÎN 

Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin jî di roja 88’an de berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan nobet domandin û stranên berxwedanê hatin gotin. Rojeva çalakvanan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û her wiha berxwedana gelê Wanê jî hate silavkirin.