Daxwaza bidawîkirina tecrîd û binpêkirinên li girtîgehan kirin

Çukurova TUAY-DER, ÎHD, OHD û ÇHD'ê li Nobeta Edaletê daxuyanî dan û xwestin tecrîd, binpêkirinên li Îmraliyê û hemû girtîgehên din demildest bi dawî bibe.

Nobeta Edaletê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 

MÊRSÎN 

Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER), şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Mêrsînê bi boneya 100’emîn roja Nobeta Edaletê li avahiya Çukurova TUAY-DER’ê daxuyanî da. 

Parlamenterên DEM Partiyê Perîhan Koca û Alî Bozan û gelek Dayikên Aştiyê, parêzer, parastvanên mafên mirovan û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Mêrsînê Lokman Şaman ve hate xwendin. 

Şaman da zanîn ku ev 36 meh in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê nayên girtin û hemû daxwazên hevdîtinê yên parêzer û malbatan jî bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin. Şaman, anî ziman ku qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re ji sala 2011’an heta 2019’an bênavber dom kir. Bi domdarî Şaman bal kişand ser rapora CPT’yê ku di sala 2019’an de çûbû Girtîgeha Îmraliyê û di 5’ê tebaxa 2020’ê de eşkere kiribû.

Şaman, wiha domand: “Nasname û cezayê girtî û hikûmxwaran çi dibe bila bibe dewlet mecbûr in ku mafên wan biparêzin. Bi biryarên derhiqûqî û derqanûnî re biryarên qedexe û bisînorkirinê tên dayîn. Li dijî vê rewşê, li Tirkiyeyê ji 29 baroyên cuda 775 parêzeran û bi sedan parêzerên ji welatên cuda bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ketin nava hewldanan. Lê belê rayedaran bersiv nedan.” 

Di berdewamê de Şaman ev tişt anî ziman: “Ji bo bidawîkirina sepanên tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, girtiyan di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Di halê hazir de zêdetirî sed û pêncî girtî bi awayeke dorveger 10-15 rojan dikevin greva birçîbûnê. Di her dorvegerê de ev hejmar zêde dibe û bandoreke neyînî li ser tenduristiya girtiyan dike. Ji bo piştevaniya bi girtiyan re jî bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê ev 100 roj in Nobeta Edaletê tê lidarxistin.” 

Şaman diyar kir ku ji bo tenduristiya girtiyan divê her cureyên tevdîran bên girtin û pêdiviyên wan bên bicihanîn. Şaman, wiha pê de çû: “Ji bo çareseriyeke mayînde, divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û dewlet û rayedar li van daxwazan guhdar bin. Di vê çarçoveyê de divê dawî li tecrîda û binpêkirinên li Îmrali û hemû girtîgehan bîne, rê bide ku parêzer û malbat biçin serdanê û daxwazên girtiyan tavilê bên qebûlkirin.” 

Piştre jî ji Dayikên Aştiyê Meryem Erbey axivî û wiha got: “Di demeke ku zarokên me li girtîgehan dimirin em nikarin li vir bi rehetî rûnin. Ne tenê li Mêrsînê, divê li her deverê dayik dev ji karê xwe berdin û dest bi têkoşînê bibin.” 

Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû. Nobeta Edaletê jî bi stranên berxwedanê domiya. 

AMED

Li Amedê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 101’emîn de berdewam kir. Kesên tev li nobeta li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezanê tê domandin bûn, pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Li eywana ku pankarta “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin, her tim dirûşmeya “Heq hiqûq edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 

ÊLIH

Li Êlihê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiyê rêxistina DBP’ê Êlihê hatiye destpêkirin di roja 43’yemîn de berdewam kir. Ji bilî nûnerên saziyên sivîl ên li bajêr pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Gelan serdana nobetê kirin. 

Dayikên ku tev li çalakiya nobetê bûn, pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Malbatên girtiyan bal kişandin ku li girtîgehan zext û zilm berdewam dike û banga hestiyariyê li raya giştî kirin. 

Di nobetê de her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê serok jiyan nabe” hate berzkirin. 

Nobet bi stranên ku li di nobetê de hatin gotin û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

ÎZMÎR 

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya (EGE-TUHAYDER) û TJA’yê li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 40’an de berdewam kir. Nobet li avahiya DEM Partiyê ya Karabaglarê dom kir û pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin. 

Hataye Dogan di çalakiyê de axivî û got ku ji bo aştî û edaletê nobetê digirin û wiha domand: “Em dixwazin aştiyê bibînin. Têkoşîna girtiyan pêşiya me vedike. Divê dayik li malê nerûnin. Divê her kes bê vê derê û nobetê bigire. Aştî xwe bi xwe nayê, dê jin aştiyê bînin. Jin dikarin her deriyekî vekin. Li vî welatî edalet tune ye. Em ê edaletê bînin û cîhaneke xweşik ava bikin ku hemû mirov tê de bi hev re bijîn. Sedema hatine me ya vê derê, yekitî ye.” 

MÊRDÎN 

Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin jî didome. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji navçeya Qoserê hatin nobet domandin. Dayikên ku di Nobeta Edaletê de amadekariyên Newrozê domandin, perwerdeya kurdî domandin û rojevên heyî nirxandin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Midyadê Hîkmet Duman û Huda Erdem Aslan jî hatin serdana nobetê û gotin ku dê piştgiriya wan bidome. 

Ji Dayikên Aştiyê Cemîle Akbay got ku ew daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan dikin û xwest aştî çêbibe. Dayika Aştiyê Sureyya Yilmaz jî got ku ew azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin. Dayika Aştiyê Aysel Îlhan jî çalakiya girtiyan silav kir û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin Serokê me were berdan. Em dixwazin girtiyên me bên berdan. Ji tevan re serkeftinê dixwazim.” Dayika Aştiyê Hevlet Oncu jî got ku ew edaletê dixwazin û divê ji bo aştiyê tavilê gav bên avêtin.