Malbatên girtiyan nobetê digirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

Malbatên girtiyan Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danee destpêkirin didomînin.

NOBETA EDALETÊ

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê hat destpêkirin di roja 96’an de berdewam dike. Li salona avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çalakiya nobetê berdewam dike pankarta "Ji bo avakirina jiyana azad, em tecrîdê bişkînin û bibin dengê zindanan" hat daliqandin.

Xizmên girtiyên tevahiya rojê hatin ziyaretkirin. Di serdanan de hate diyarkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Çalakgeran gelek caran bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

ÊLIH


Nobeta Edaletê ya ku li Êlihê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) hatibû destpêkirin, li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr di roja 38'an de dewam kir.
Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonûk, aktîvîstên Tevgerê Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajaran û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ji bo piştgiriyê serdana çalakgerên nobetê kirin.
Di çalakiya nobetê de bênavber dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Çalakiya nobetê bi stran û dirûşmeyan bi dawî bû.

MÊRDÎN


Di Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ve li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê tê lidarxistin, li ser mijarên girîng ên di rojeva siyasî de nîqaş hatin lidarxistin. Çalakgeran perwerdeya kurdî ya ku beriya demekê hatibû destpêkirin berdewam kirin.

Di nobetê de stran hatin gotin û timî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.

ÎZMÎR

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan û bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de hat destpêkirin di roja 37'an de didome. Gelek xizmên girtiyan tevli çalakiya nobedê ya li rêxistina DEM Partî ya Buca û Karşiyakayê bûn. Di nobetê de bênavber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.
 
BUCA

Di çalakiya nobedê ya li buroya hilbijartinê ya Navçeya Goksû ya DEM Partiyê de pankarta "Li dijî tecrîdê berxwedan" hat daliqandin. Xizmên girtiyan li vir axivîn û diyar kirin ku divê tecrîd bê rakirin. Xizmên girtiyan bang kirin ku divê di zûtirîn demê de girtiyên nexweş bên berdan. Di nobedê de ji jinên girtî re jî silav hatin şandin.
 
KARŞIYAKA

Di çalakiya nobetê ya li Rêxistina navçeya Karşiyaka ya DEM Partiyê de xizmên girtiyan diyar kirin ku ew ê bi biryardarî nobeta xwe bidomînin.

Çalakiyên nobetê bi serdanan didomin.