KCK: Em komkujiya li Şêlazidê bi tundî şermezar dikin

KCK’ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Erk dikeve ser milê hemû çînên civakê, hemû hêz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ku li hember êrîşên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê helwestê wergirin.”

Komîteya Têkilîyên Derve ya KCK’ê der barê êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Bêguman ev komkujiya ku îro li Şêladizê qewimî, encama civîna Antalyayê ye ku tê de desthilatdarên PDK’ê mêvanên Erdogan û Hakan Fîdan bûn û soza xiyanetê dan wan. Eger rizamendî û erêkirin û sîxuriya PDK’ê û malbata Barzaniyan nebe, Tirkiye tu carî nikare wiha xelkê bêtawan şehîd bike.”

Daxuyaniya Komîteya Têkilîyên Derve ya KCK’ê wiha ye:

“Ji ber bombebarana artêşa dewleta Tirk a faşîst û dagirker du hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê yên ji Şêladizê yên bi navên Seyid Mibarek Dêwikî û Azar Ferec Zêbarî şehîd bûn û hemwelatiyek jî birîndar bû. Her wiha mehek berî niha du hemwelatiyên ji Akrê yên bi navên Arif Teha û Beşîr Umer Elî ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn şehîdkirin. Di nav mehekê de li devera Behdînanê çar hemwelatî ji hêla Tirkiyeyê ve hatine şehîdkirin. Di heman demê de di nav vê mehê de çend hemwelatiyên din jî ji herêma Soran û Silêmaniyê bûne qurbaniyên êrîş û terora dewleta Tirk a faşîst.

Bêguman ev êrîş, teror û dagirkeriya dewleta Tirk encama wê siyaset û zihniyeta qirkirin û komkujiyê ye ku zêdetirî sed salî ye li ser gelê Kurd dimeşîne û dixwaze hebûn û nasnameya Kurdan ji ser nexşeya cîhanê paqij bike. Tirkiye ji bo pêkanîna vê armanca xwe pêwîstiya wê bi Kurdên kirêkirî û xwefiroş heye ku rê nîşanî artêşa wê bidin, sîxuriyê jê re bikin û hemû tawanên wê veşêrin. Mixabin PDK’ê ne tenê li hember vê komkujiyê helwest wernegirtiye, her wiha hem bi dîskûrsa xwe ya siyasî û hem bi rêya çapemeniya xwe van tawanên Tirkiyeyê vedişêre, rewabûnê dide wan û bi vî awayî mezintirîn xizmetê ji dewleta Tirk a faşîst re dike. Di demekê de ku destên desthilatdariya Tirkiyeyê bi xwîna Kurdan sor bûye û zarokên Kurdan tên şehîdkirin. Desthilatdarên PDK’ê dest di nav destên Erdogan û Hakan Fîdan de civîn û danûstandinan dikin. Bêguman ev komkujiya ku îro li Şêladizê qewimî, encama civîna Antalyayê ye ku tê de desthilatdarên PDK’ê mêvanên Erdogan û Hakan Fîdan bûn û soza xiyanetê dan wan. Eger rizamendî û erêkirin û sîxuriya PDK’ê û malbata Barzaniyan nebe, Tirkiye tu carî nikare wiha xelkê bêtawan şehîd bike.

PDK’ê tenê siyaseta Kurd dabeş nekiriye, tenê Kurdistan dabeş nekiriye, her wiha bi helwest û siyaseta xwe reng jî dabeş kirine, rengê xwîna Kurdan jî dabeş kiriye û dixwaze êş û azarên Kurdan dabeş bike. Lewma pêwîst e em hemû bibêjin ku êş û xema Şêladizê û Akrê û Silêmaniyê êş û xema hemû Kurdên niştimanperwer e û em yekhelwest bin. Erk dikeve ser milê hemû çînên civakê, dikeve ser milên jin û ciwanan û her wiha erk dikeve ser hemû hêz û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê û Iraqê ku li hember êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê helwestê wergirin. Bi taybetî di vê qonaxê de helwesta rewşenbîr, hunermend, nivîskar, saziyên civak sivîl, rojnameger û pênûsên azad pir girîng e. Pêwîst e em wê yekê bizanin ku her helwestek dikare giyanê hemwelatiyekî biparêze û her bêhelwestî û bêdengiyek jî dikare rê xweş bike ku hemwelatî zêdetir bibin qurbaniyên kiryarên Erdogan û Tirkiyeyê yên terorîstî. Her wiha pêwîst e dewleta Iraqê û desthilatdarên vî welatî li hember qetilkirina hemwelatiyên Kurd bêdeng nebin û canê Kurdan, hebûn, azadî û statûya Kurdan nekin qurbaniya planên Erdogan ên qirêj.

Di dawiyê de ev komkujiya ku îro li Şêladizê qewimî, em wê bi tundî şermezar dikin û em soz û peymanê didin ku em ê bi pêşvebirina têkoşîn û berxwedanê tola xwîna şehîdên me yên serbilind hilînin. Her wiha em serxweşiya xwe arasteyî hemû gelê Kurdistanê û bi taybetî gelê Şêladizê yê berxwedêr û malbatên şehîd Seyid Mibarek Dêwikî û Azar Ferec Zêbarî dikin û em xwe hevparê êş û xema wan dizanin. Me hêvî ew e ku giyanên şehîdên me bi bihuşta berîn şad bin û em hêviya başbûn û tenduristiyê ji birîndaran re dixwazin.”