Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êrîş pêk hat

Li dijî avahiya navçeya Înegolê ya DEM Partiyê êrîş pêk hat. Namzetê Hevşaredariyê yê Bûrsayê Îhsan Seylan got, "Êrîş ti carî nikarin me ji têkoşîna me ya bi biryar dûr bixin."

Li dijî avahiyacWekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Înegolê êrîşek pêk hat. Êrîşkar bi bivir êrîşî endamê partiyê yê derveyî avahiya navçeyê bû kir.

Namzetê Hevşaredariyê yê Bûrsayê yê DEM Partiyê Îhsan Seylan têkildarî êrîşê li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got: “Em êrîşa li dijî avahiya navçeya Înegol-Bûrsayê bi tundî şermezar dikin. Êrîşa li dijî avahiya navçeya me ya Înegolê nîşaneya tirsa li hemberî DEM Partiyê ye. Ev êrîş ti carî nikarin me ji têkoşîna me ya bi biryar dûr bixin. Êrîşa li dijî avahiya ku me bi coş û kelecan namzetên xwe dan nasîn û rojek berê dest bi hilbijartinê kirin, planên tarî yên bloka faşîst nîşan dide. Em çavkaniya van êrîşan baş dizanin. Heke desthilatdariya siyasî û partiya sereke ya muxalefetê vê êrîşa hovane şermezar bikin wê ev bibe nîşaneya ku hilbijartin di rewşeke demokratîk de bê lidarxistin. Em gelê xwe vedixwînin aqilê hevpar. Bila qîmet nedin kesên ku dixwazin bi provokasyonan xebatên hilbijartinê têk bibin. Em ê xebatên xwe bi biryardarî bidomînin.”