'Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gel jî azad nabe'

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li gelek bajaran hatine destpêkirin de peyam, “Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe gel jî azad nabe’ hat dayîn.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li gelek bajaran didomin.  

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê didome. Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê nobeta ku li taxa Çîmenê didome dewr girt. Rêxistina navçeya Odemîşê ya DEM Partiyê, gelek rêveberên DBP’ê û welatî hatin serdana nobetê. Xizmên girtiyan di nobetê de gotin ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi dawî dibin dê çalakiya xwe bidomînin. Di nobetê de nameya girtiyên ketine greva birçîbûnê şandibûn hate xwendin. Di kêliyên name hatiye xwendin de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 

Ji xizmên girtiyan Şukriye Tûnç di Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Heya ku Abdullah Ocalan azad nebe, gelê Kurd jî azad nabe. Tecrîd tenê li ser Abdullah Ocalan nayê ferzkirin, gelê Kurd jî tê tecrîdkirin. Heke tecrîda ser Abdullah Ocalan rabe dê aştî were Tirkiyeyê. Heke tecrîd dom bike, dê şer jî berdewam bike. Ji ber tecrîdê tevahiya welat di bin zextê de ye, ji ber şer zarokên me dimirin. Em naxwazin ev tişt werin jiyîn. Divê kurd hebûna xwe, doza xwe ji bîr nekin, xwedî li greva birçîbûnê ya girtîgehan û Nobetên Edaletê derbikevin.”

Nobet bi gotina stranan û berzkirina dirûşman dom kir. 

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 33’yan de berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li bajar hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de gelek caran stran berxwedanê hatin gotin.

AMED

Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê hatiye destpêkirin di roja 91’an de berdewam kir. Kesên tev li nobetê bûne pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin. Hin kesên ji navçeya Bismilê hatibûn serdana nobetê kirin. Ji kesên hatine serdanê Abdulsamet Bîçîm destnîşan kir ku têkoşîna wan ji bo "maf, hiqûq û edaletê ye" û ev tişt anî ziman: "Ev pergal bi birêz Ocalan re hevdîtinan nake. Nobeta dayikan a ji bo rakirina tecrîdê û bi dawîkirina zextan daye destpêkirin pîroz e. Ev gel bi wan re ye."

STENBOL 

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 84’an de berdewam kir. Li salona çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Tevî rêxistinên DEM Partiyê yên Sancaktepe û Uskudarê, gelek kes hatin serdana çalakiya îro. 

Ji rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Fîkret Karayel di nobetê de axivî. Karayel destnîşan kir ku gelê Kurd ji pêvajoyeke dirêj a têkoşînê re derbas dibe û anî ziman ku tevî hemû zextan xwedî li Abdullah Ocalan derdikeve û wiha domand: “Ez pêşengên Nobeta Edaletê yên di girtîgehê de ku ev 99 roj in greva birçîbûnê didomînin, silav dikim. Tecrîd ne tenê ser Rêberê gelê Kurd tê meşandin, ser hemû derdoran û gelan tê domandin. Gelê kurd duh jî xwedî li Rêberê xwe derket, îro jî xwedîderketina xwe didomîne. Em vê yekê di kampanya û çalakiyên tên kirin de dibînin. Divê hemû gelên li Tirkiyeyê û saziyên sivîl piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan a rewa û mafdar.” 

Nobeta Edaletê bi klamên dengbêjan berdewam kir.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê ji hêla xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve hatiye destpêkirin berdewam kir. Dayika Aştiyê Remziye Bahçecî bal kişand ser girîngiya çalakiyê û da zanîn ku heta Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakiya xwe bidomînin. Bahçecî, destnîşan kir ku divê gelê Kurd piştgiriyê bide çalakiyê û wiha domand: "Piştevaniya bi çalakiyê re dê bi xwe re azadiya Ocalan bîne. Azadiya Ocalan jî dê bi xwe re azadiya hemû girtiyan bîne." 

Di çalakiyê de hevpeyvîna bi parêzerê Nelson Mandela re hatiye kirin û di Rojnameya Yenî Yaşamê de hatiye weşandin hat xwendin û nîqaş li ser hatin meşandin. Di çalakiyê de her wiha perwerdeya zimanê Kurdî dom kir. Di çalakiyê de bi tilîliyan û dirûşma “Bijî berxwedana zindana” hate berzkirin.