Li girtîgeha Samsûnê êşkence li girtiyan kirin

Firat Darî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Kavakê ya Samsûnê tê ragirtin, bi rêya telefonê ji malbata xwe re got ku gardiyanan êşkence li wan kirine.

Firat Darî yê li Girtîgeha Tîpa S a Ewlehiya Bilind a Kavak a Samsûnê tê ragirtin, îro bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. 

Darî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ji hêla gardiyanan ve hatine derbkirin. Darî da zanîn ku girtiyên siyasî yên di qawîşa li kêleka wan de tên ragirtin jî hatine derbkirin. 
 
Malbata Darî têkildarî mijarê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.