Li Denîzliyê êrîşa çekdarî: 7 kes birîndar bûn

Li ber kafeteryaya li baxçeyê Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzliyê êrîşa çekdarî hat kirin. Li gorî agahiyên destpêkê 7 kes birîndar bûn û rewşa 2 kesan giran e.

ÎrosSaet di 16.00’an de li ber kafeteryaya li baxçeyê Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzliyê êrîşa çekdarî pêk hat. 2 kesên ku hatin kafeteryayê derdor gulebaran kirin û di encama êrîşê 2 jê giran 7 kes birîndar bûn.

Hate hînbûn ku ji birîndaran 2 jê rewşa wan giran bûn, rakirin nexweşxaneya lezgîn û li wir tên dermankirin. Her wiha kesekî ku rewşa wî metirsîdar e jî bi lezgînî hatiye emeliyatkirin.

Hat diyarkirin ku êrîşkarên ku hatin tesbîtkirin hêj nehatine girtin.