Çalakvanên Nobeta Edaletê: Îmralî navnîşana çareseriyê ye

Di Nobetên Edaletê yên ji aliyê xizmên girtiyan ve hatine destpêkirin de, hate diyarkirin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û Îmralî jî weke navnîşana çareseriyê hate nîşandan.

Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 

WAN

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 85’an de berdewam dike. 

Gelek xizmên girtiyan, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Qelqeliyê û gelek welatî tev li nobetê îro bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Qelqeliyê Burhan Avci di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em çalakiya nobeta edaletê ya dayikan silav dikin û piştgiriyê didin wan. Em tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî şermezar dikin. Tu aliyekî hiqûqî yê vê tecrîdê nîne. Em berxwedana li girtîgehan hatiye destpêkirin jî silav dikin. Em jî dê vê berxwedanê li vir bidomînin.” 

Çalakî bi strîna stranên kurdî berdewam kir. 

AMED

Nobeta Edaletê ya ku li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 85’an de berdewam kir. Li eywanê pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin. Di nobeta ku tevahiya rojê serdan hatin kirin de her tim stranên berxwedanê hatin gotin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Êlihê hatiye destpêkirin di roja 27’an de li avahiya DBP’ê ya bajar berdewam kir. Ji bilî nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê jî serdana nobetê kirin. Di nobetê de ji bo xebatkarê çapemeniya azad Cengîz Altûn ê beriya 32 salan hate qetilkirin stran hatin gotin. Di nobeta her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hate berzkirin de çepik û tilîliyan tevahiya rojê dom kirin. 

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li Îzmîrê hatiye destpêkirin, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê di roja 29’an de didome. Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê û namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan Agaç û Akin Bîrdal hatin serdanê.
Aslan di serdanê de got ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka demokratîkbûnê ye û ev tişt anî ziman: “Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, demokratîkbûn nabe. Ji bo Tirkiye sedsala 21’an jî winda neke, divê pirsgirêka kurd çareser bike. Çareserî jî li Îmraliyê ye. Lewma divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê pêvajoya çareseriyê dîsa dest pê bike û tecrîd bê rakirin.”

Akin Bîrdal jî di serdanê de wiha got: “Heta deriyên Îmraliyê venebin dê demokrasî neyê Tirkiyeyê. Ma ji bo rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk divê ileh ciwan bimirin? Dibêjin bila tecrîd rabe û pirsgirêka kurd çareser bibe. Divê hêj van ciwanan jiyana xwe ji dest nedayî, ev pirsgirêk bê çaresekirin.” 

Nobeta li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Menemenê tê domandin jî gelek welatî çûn serdanê. 

MÊRDÎN

Nobeda edaletê ya li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê didome. Di nobeta ku endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ziyaret kirin de li gel çalakvanan stran hatin gotin. Dengbej Hecer jî bi kilamên xwe piştgirî da nobetê. Welatiyên ji bo piştgiriyê çûn serdana nobetê, timî dirûşma "Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ku nobetê didomînin, daxwazên xwe ji ziyaretvanan re vegotin û peyama ku ew ê têkoşînê bidomînin dan.