Nobedarên Edaletê: Heke Serok Apo azad bibe em ê hemû azad bibin 

Çalakvanên ku li gelek bajaran Nobetên Edaletê didomînin, peyama "Heke Serok Apo azad bibe em ê hemû azad bibin" dan.

Nobetên Edaletê yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin li gelek bajaran dewam kir. 
WAN 
Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 82’emîn de berdewam dike. Gelek xizmên girtiyan beşdarî çalakiya nobedê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê bûn. Di çalakiya nobetê de  dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Çalakiya îro ji aliyê rêveber û endamên DEM Partî yê Tûşbayê û Atolyeya Çand û Hunerê ya Aryenê ve hat ziyaretkirin. Çalakî bi sirûdên Kurdî yên ji aliyê xizmên girtiyan û ziyaretvanan ve hatin gotin, dewam kir. 

MÊRDÎN 

Malbatên Nisêbînê îro li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Mêrdînê Nobeta Edaletê berdewam kirin. Di nobeta ku stranên berxwedanê hatin gotin, bi perwerdeya Kurdî dewam kir. Çalakvanan jî li ser rojevê nîqaş kirin. Dayika girtiyê bi navê Hogir Batû Zahîde Batû ku beşdarî nobetê bû, diyar kir ku kurê wê 4 sal in bi tena serê xwe di hucreyê de tê ragirtin û got, “Nobeta me ya li vir ji bo azadiya Serok Apo ye. Azadiya Serok Apo wê azadiya hemû girtiyên me misoger bike. Em ê ji bo vê yekê nobeta xwe bidomînin." 

AMED 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ya Amedê hatiye destpêkirin di roja 82’emîn de berdewam dike. Beşdarên Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DEM Partî ya Rezanê dewam dike, berdilkên Kurdî û Tirkî ku li ser nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" dinivîse li xwe kirin.

ÊLIH 

Nobeta Edaletê ya ku li Êlihê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) hat destpêkirin, li avahiya DBP'ê di roja 24'an de dewam kir. Di nava rojê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr serdanên piştgiriyê kirin. Çalakiya nobetê ji aliyê jinên ku starta 8'ê Adarê dan jî hatin ziyaretkirin. Di serdanan de bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên girtiyên  li girtîgehan dane destpêkirin û banga berfirehkirina têkoşînê kirin. Çalakvanan bal kişandin ser êrîşa sîstematîk a li ser vîna jinan, banga yekîtiyê li derdora felsefeya 'Jin, Jiyan Azadî' kirin. 

Di serdanê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. 

Çalakiya nobetê bi stran û berzkirina dirûşman dewam kir.