DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyên Bûrsayê diyar kir

DEM Partî  lîsteya namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin û navçeyên Bûrsayê diyar kir.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê Partiya  Wekhevî û  Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku li gelek bajar  û navçeyan namzetên xwe dan nasîn, li Bûrsayê jî lîsteya namzetên xwe diyar kir.
Ji bo şarederiyan Lîsteya  Bûrsa û navçeyên wê yên DEM Partiyê wiha ye:

*Namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Bursayê: Îhsan Seylan û Bîlmez Erbag.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Yildirimê: Mahkum Taş û Salîha Toktaş.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Osmangaziyê: Gul Pola û Ozcan Arslan.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Înegolê: Sertîp Tokoglu û Guler Yalçin.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Yenîşehîrê: Yusuf Zana Toprak û Dîlan Ok.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Gursuyê: Rabîa Toktaş û Yucel Demîr.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Gemlîkê: Hatîce Ateş û Behçet Bîngol.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Kestelê: Sabîha Toktaş û Alî Sungur

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Orhangaziyê: Mecît Akguç û Îpek Akman.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Mudanyayê: Zîlan Gunay û Nazim Ayyildiz.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Nîlûferê: Mazlûm Taş û Fatma Baykara.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Karacabeyê: Murat Tuzak û Zelîha Guner.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Mustefakemalpaşayê: Kemal Yildirim û Sadiye Dînç.

*Namzetên Hevşaredarên Navçeya Îznîkê: Mehmet Bakî Ozmen û Seyhan Taş