Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Karê me yê herî pîroz pûçkirina komployê ye

Girtiyên li Antalyayê di greva birçîbûnê de ne gotin, "Bêguman karê me yê herî pîroz pûçkirina komploya li dijî Rêberê me ye" û banga mezinkirina berxwedanê kirin.

Yek ji girtîgehên ku greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê didome, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê ye. Girtiyên siyasî li vir bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name nivîsandin.

Di nameyê de nobetên edaletê yên Dayikên Aştiyê hatin silavkirin û wiha hat gotin: “Daxwazên me ew e ku hêstirên çavên we diherikin rawestin û ji bo avakirina welatekî azad xwedî helwest bin."

'DIVÊ EM ZÊDE BI HEV RE LI BER XWE BIDIN'

Di nameyê de hat ragihandin ku dayikan bi têkoşîna xwe hêz, rûmet û bextewarî dane grevên birçîbûnê û ev tişt hatin gotin:

“Hûn bûn Dayikên Şemiyê û li pey zarokên xwe yên winda ketin. Hûn bûn Dayikên Aştiyê û li dijî rijandina xwîn, rondik û şeran şer kirin. Tu ew qas bi hêz î ku carinan cenazeyên perçebûyî yên zarokan di qutuyên kargoyê de ji te re dihatin şandin. Carinan zarokên we rijandine nav kevir û zinarên Kurdistanê. Carna hûn wek Dayika Taybet li kuçe û kolanan bûyî, carna jî bajar bi bajar geriyayî û li ber deriyê zindanan şopa zarokên xwe diçî. Lê dîsa jî we tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Kî dikare êş û azarên bêhempa ku hûn jiyane fêm bike... Em ji her demê zêdetir bi têgihîştina ‘berxwedan jiyan e' hem ji bo îro û hem jî ji bo pêşeroja xwe divê bi hev re têkoşîn û li ber xwe bidin.

'KARÊ ME TÊKBIRINA KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBERTIYÊ YE’

Dema ku em li armanca pêngavê dinêrin, em dibînin ku pêvajoya ku em tê re derbas dibin, pêvajoyek pir girîng û dîrokî ye. Ji ber vê yekê mezinkirina pêngavê ne tenê erkekî siyasî ye, deynê me yê ji gelê me û Rêberê me ye û di heman demê de berpirsyariya me ya exlaqî ye. Di salvegera 25’emîn a komploya navneteweyî de bêguman karê me yê herî pîroz pûçkirin û tunekirina komploya li dijî Rêberê me ye. Ji zarokan bigirin heta kal, jin û mêran her kes xwedî kar û barên ku di vê pêvajoyê de dikare bike û pêk bîne. Bi vê hişmendî û baweriyê em bang li gelê xwe dikin ku tevlî têkoşîna dayikên me yên hêja bibin. Ji bo em têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin divê gelê me û yên tî yên azadiyê bi ruhê seferberiyê di nava pêvajoyê û çalakiyan de bin.

Em di wê baweriyê de ne ku hem li çiyê, hem li zindanê û hem jî bi gelê xwe re bi têkoşîna hevpar em ê bi ser bikevin. Bi van hestan em komploya 15’ê Sibatê bi hêrsa şoreşgerî şermezar dikin, we silav dikin û bi hestên xwe yên jidil spasiya xwe tînin ziman. Em careke din dibêjin serkeftin ya me ye.”