Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlise ya 61 salî serlêdan hat kirin
Parêzeran ji bo Muhlise Karagüzel (61) ya li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya Îzmîrê girtî ye û ji ber nexweşiyê rakirin nexweşxaneyê serlêdana serbest berdanê kirin.
Parêzeran ji bo Muhlise Karagüzel (61) ya li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya Îzmîrê girtî ye û ji ber nexweşiyê rakirin nexweşxaneyê serlêdana serbest berdanê kirin.
Muhlise Karagüzel a ku di 26’ê Çileyê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Îzmîrê Ataturkê anjiyo bû jî damarê dilê wê yê xetimî nehat vekirin, niha pêwîstî bi emeliyata vekirî ya dilê heye. Lê belê hat diyarkirin ku ev emeliyat xetere ye.
Muhlise Karagüzel a ku di lîsteya girtiyên nexweş ên giran de cih digire, di girtîgehê de 3 caran krîza dil derbas kir. Parêzerên Muhlise Karagüzel a ku ji bilî krîza dil pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên giran ên wekî şekir, tansiyon, astim û hwd. hene, serî li Îdareya Girtîgehê û Serdozgeriya Girtîgehê dan û xwestin ku înfaza muwekîlê xwe bê taloqkirin.
Ji parêzerên Muhlise Karagûzel Nehîr Bîlece, Alî Îhsan Guven û Eylem Zengîn diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê divê muwekîla wan bê berdan û xwestin înfaza wû bû taloqkirin.