‘Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê ev meş bidome’

Ji Meşvanên Azadiyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun diyar kir ku “Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê ev meş bidome.” 

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin û di roja duyemîn de didome. Piştî Qersê, meşvan derbasî navçeya Qulpê ya Îdirê bûn. Meşvan, tevî kesên ew pêşwazî kirin heta avahiya partiyê meşiyan. Di meşê de tililî hatin avêtin û çepik hatin lê xistin. Her wiha dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê" hate berzkirin.

‘TU ZEXT Û KUŞTIN NIKARE ME JI RÊYA ME VEGERÎNE’

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li wir axivî û wiha got: “Tu zext, binçavkirin û kuştinan nekarî me ji rêya me bikin û dê nekarin jî. Em ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin. Têkoşîna me ji bo gelên Tirkiyeyê ye. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê ev krîz bi dawî nebin. Gel, daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dikin. Armanca me jî ev e. Heta ku em vê armancê pêk tînin jî dê meş û têkoşîna me bidome.” 
Piştre jî girseyê stranên kurdî gotin û xelekên govendê gerandin. Meşa li vê derê bi dirûşma “Hezar silav ji Îmraliyê re” bi dawî bû. 

ÎDIR
Meşvan piştre jî derbasî Îdirê bûn. Di ketina bajar de bi dahol, zirne û çepikan hatin pêşwazîkirin. Piştre jî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” ber bi navenda bajar ve meşiyan. Bi sedan kes tev li meşê bûn. Meşvanên ku ketin Rus Pazariyê, li vir bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Girse her ku çû mezintir bû û meş heta pêşiya avahiya partiyê dom kir. Gelan li vir govenda azadiyê gerandin. 

‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E’

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar got, "Ev meş meşa me hemûyan e. Îro em bi 38 kesan dimeşin, lê em bi mîlyonan in. Ji her cihê ku em derbas bibin, gel azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwaze. Ev meş wê heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe dê bidome"

Uçar, axaftina xwe wiha domand: “Apekî 80 salî ji me re got; ‘Em heta qiyametê kurd in.’ Pirsgirêka kurd dikare were çareserkirin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘ez dikarim di hefteyekê de çareser bikim.’ Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan mecbûriyeteke. Birêz Ocalan tekane muxatab e. Em li dijî kesên siyaseta mirinê li me ferz dikin têdikoşin. Em spasiya gelên dibin parçeyeke têkoşîna hevpar dikin. Ev meş dê 15 rojan bidome. Her gotina me bila bibe wesîleya aştiyê.” 
Piştî daxuyaniyê, bi gel re civîn hat lidarxistin. Di civînê de beşên ji parastinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.