Rûsyayê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê daxuyanî da
Rûsyayê têkildarî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Rojava û Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Wezareta Karên Derve hate dayîn û hat diyarkirin ku ‘operasyon nayên qebûlkirin’.
Rûsyayê têkildarî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Rojava û Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Wezareta Karên Derve hate dayîn û hat diyarkirin ku ‘operasyon nayên qebûlkirin’.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat gotin: “Em ji van gavên Tirkiyeyê bi fikar in. Operasyona Şengal û Qereçoxê nayê qebûlkirin. Operasyon hêrsdariya li herêmê zêdetir dike.”
Serokkomarê Tirk Erdogan gotibû ku, me beriya êrîşan Amerîka, Barzanî û Rûsya agahdar kiriye.