'Rûsyayê pêşniyar li Sûriyeyê kir ku Mûtabaqata Edeneyê nû bike'

Hate ragihandin, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû pêşniyar li Sûriyeyê kiriye ku Mûtabaqata Edeneyê nû bike. Hate îdîakirin ku di hevdîtinê de Rûsyayê pêşniyar kiriye "Qada liv û tevgerê a 5 kîlometreyî bibe 30 kîlometre."

Hewldanên Rûsyayê yên ji bo nûkirina Mûtabaqata Edeneyê dewam dikin, ku di sala 1998'an de di navbera dewleta Tirk û Sûriyeyê de hate amadekirin. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû di serdana xwe ya doh de ya li Sûriyeyê mijar ji nû ve xist rojevê.

Şoygû li Şamê bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Sûriyeyê Alî Memluk re hevdîtin kir. Di rojeva Şoygû de Idlib û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn.

Ajansa dewleta Sûriyeyê SANA'yê ragihand, ku di hevdîtinê de, peymana nû ya Idlibê ku 5'ê Adarê di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de hate îmzekirin, "Rewşa li herêma Cizîrê" û "Hewldanên dewleta Sûriyeyê yên ji bo serdestiya li çar aliyên welêt" hatin nirxandin.

ROJEVA BINGEHÎN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BÛ

Rojnameya El Arab ku agahiyên xwe spart hin çavkaniyên Şamê, ragihand ku "Nûkirina Mûtabaqata Edeneyê rojeva bingehîn" bû. Rojnameya Şarq El Awsad jî mijar xist rojeva xwe û diyar kir ku di hevdîtinê de hewldanên rejîma Sûriyeyê yên ji bo serweriya li tevahiya welêt hatin nirxandin.

HEWLDANA JI BO NÛKIRINA MÛTABAQATA EDENEYÊ

Rojnameyê ragihand ku Rûsya hewl dide Mûtabaqata Edeneyê ya navbera dewleta Tirk û Sûriyeyê nû bike û diyar kir, dixwazin ku "Qada liv û tevgerê ya ji 5 hta 10 kîlometreyî bibe 30 kîlometre."

DAXUYANIYA SÛRIYEYÊ

Têkildarî hevdîtinê Serokatiya Dewletê ya Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rewşa li herêma El-Cezîre, hewldanên DYE'yê yên desteserkirina petrol û dewlemendiya Sûriyeyê, gavên dewleta Sûriyeyê ji bo serwerî û aramiya li herêmên cuda yên welêt, hewldanên ji bo bidawîkirina dorpêçiya herêmî û navneteweyî ya li ser Sûriyeyê, rakirina pêkanînan, hewldanên gelê Sûriyeyê yên ji bo bidawîkirina îzolasyonê hatin nirxandin."

Piştî ku dewleta Tirk û Rûsya-Sûriye li Idlibê bi hev ketin, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan çûbû Moskowayê û daxwaza agirbestê kiribû.

ESAD GOTIBÛ, KURD NÎNE!

Heman beriya hevdîtina 5'ê Adarê ya navbera Pûtîn û Erdogan, Beşşar Esad ji qenaleke televîzyonê ya rûs re axivî bû û îdîa kiribû, "Kurd li Sûriyeyê nînin, doza Kurdan derew e û xeyal e."

FOZA YÛSIF: GOTINÊN ESAD PEYAMEK E JI BO HEVKARIYA LI DIJÎ KURDAN

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif bersiv da gotinên Esad û got, "Ev gotin gotina 'eger hûn lê nefikirin nîne' ya Erdogan temam dike. Her du jî li ser înkarkirinê digihêjin hev. Peyama 'werin em li dijî Kurdan bibin yek' e."