Rûsyayê bal kişand ser xeteriya koça ji Rojavayê Kurdistanê

Rûsyayê bal kişand ser xeteriya koça ji Rojavayê Kurdistanê

Berdevkê çapemeniyê yê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Aleksandir Lukaşeviç di brîfînga heftane ya çapemeniyê de, der heqê koçberiya gelê sivîl ji Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyên girîng da.

 Berdevkê çapemeniyê yê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Aleksandir Lukaşeviç di civîna çapemeniyê ya heftan de diyar kir ku bûyerên terorê yên li Bakurê Sûriyê gihaştine asteke xetere.

Di daxuyaniyê de Lukaşeviç da xuyakirin ku krîza li Sûriyê li gel gelek pirsgirêkan rê li ber koçberiya mirovên li welêt vedike û bibîr xist ku li gorî lêkolîna dawî ya Neteweyên Yekbûyî 1,7 milyon Sûriyeyî welatê xwe terikandine. Lukaşeviç ragihand ku ev kesên mijara gotinê, ji ber dijwarî, xizanî û êrîşên komên terorîst, neçar mane xwe li welatekî din bigirin.

Lukaşeviç bal kişand ser koçberiya gelê li Rojavayê Kurdistanê û got, "Di rojên dawî de bala hêzên navneteweyî çûye ser herêma Bakurrojhilatê Sûriyê. Bi taybetî li herêma Kurdan, ji ber dijwarî û komkujiya li hemberî Kurdan tên kirin, gelê sivîl xwe li herêma Kurdistana Iraqê digire. Bi hezaran Kurdên ku piraniya wan jin û zarok in, malên xwe diterikînin û ji bo xwe ji hovîtiya terorane ya Eniya El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam rizgar bikin, neçar dimînin koç bikin."

Lukaşeviç diyar kir ku Rûsya wê alîkariyê bide Sûriyeyiyên mexdûr û got, "Moskowa rewşa li Sûriyê bi fikar û guman dişopîne. Ev krîz divê bi alîkariya navneteweyî bê çareserkirin. Rûsya wê Sûriyeyiyên mexdûr bibîne û hewl bide alîkariyê bide. Em cihêkariyê naxin navbera mexdûran. Alîkariya me, wê bi awayekî bêsînor bigihêje her kesî."