Rûsya: Divê lêpirsîna Sûr û Cizîrê bê kirin
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaharova têkîldarî mafên mirovan ên li Sûr û Cizîrê daxuyaniyek weşand.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaharova têkîldarî mafên mirovan ên li Sûr û Cizîrê daxuyaniyek weşand.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaharova têkîldarî mafên mirovan ên li Sûr û Cizîrê daxuyaniyek weşand. Zaharova bi xebitandina mekanîzmayên navneteweyî ji bo qadê banga lêpirsînek bê alî û bê pêşdarazî kir.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaharova ji bo lêpirsîna binpêkirina mafên mirovan ên li başûrrojhilatê Tirkiyeyê bang kir. Zaharova destnîşan kir ku ji bo bala civaka navneteweyî bikşîne, wezîfeya giran dikeve ser milên saziyên navneteweyî yên wek Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.
Zaharova li ser malpera fermî ya Wezaretê daxuyanî weşand, got: “Me materyalên televîzyona Rûssîa Today a têkîldarî qaşo operasyonên têkoşîna bi terorê ya artêşa Tirk lêkolîn kirin. Bi taybet dîmen û şahidên bûyerên Sûr û Cizîrê bandorên wehşet çêdikin. Li gor agahiyan, tenê di avahiyekê de 150 kes bi zindî hatine şewitandin. Li Şirnexê nêzî 500 sivîlî hatiye kuştin. Em bawer dikin ku têkîldarî binpêkirina mafên mirovan ên komî, her belge û agahî bi awayekî hesas bê lêpirsînkirin. Ji bo lêpirsînê jî prosedur û mekanîzmayên navneteweyî amade ne. Tiştê girîng ev prosedur û mekanîzma bi awayekî bê pêşdarazî û bê alî xebitandine.”