BI DÎMEN

Rûsya dîmenên bazirganiya petrolê ya di nav Tirkiye û DAIŞ’ê de weşand

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Anatoly Antonov dîmênên bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de weşand.

Di nav Tirkiye û Rûsyayê de ‘krîza balafirê’ her diçe mezintir dibe. Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Anatoly Antonov dîmênên bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de weşand. Rayedarê Rûs got Erdogan û malbata wî bî sewqiyatên petrola DAIŞ’ê re yekser têkîldar in.

Her wiha, Antonov destnîşan kir ku wê hefteya were jî agahiyên bê ka çawa Tirkiye alîkariya DAIŞ’ê dike biweşînin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê çavkaniyên malî yên DAIŞ’ê yên li Sûriye da xuyakirin. Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Anatoly Antonov got Erdogan û malbata wî bî sewqiyatên petrola DAIŞ’ê yên bi rêyên derveyî qanûna pêk tê re yekser têkîldar in. Antonov diyar kir ku ji bo têkbirina DAIŞ’ê pêwîst e qenalên bazirganiya petrolê ya derveyî qanûnan û bingeha wê ji holê were rakirin, da xuyakirin ku qenala esasî ya petrola bi rêyên derveyî qanûnan ji Sûriyeyê tê firotin Tirkiye ye. Ji daxuyaniya Antonov hin serenav wiha ne:

 “Kirînerê esasî yê petrola ku DAIŞ’ê ji Iraq û Sûriyeyê diziye, Tirkiye ye. Di her du mehên dawî de, di encama operasyonên hewayî yên Rûsya 32 tesîsê petrolê û 11 rafîneriyê petrolê yên aîdî DAIŞ’ê hatin îmhakirin. Di encama êrîşên hewayî de pereyên DAIŞ’ê bi dest dixist ji 3 mîlyar dolaran daket mîlyar û nîvekê. 
Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan û malbata wî, veguhestina li Sûriyê bi destên DAIŞ’ê dibe re yekser têkîldar in. Di meha Kanûnê de li ser sînorên Tirkiye 16 hezar 260 cure tankêrên petrolê hatin dîtin. Hinêk ajovanên van tankera wek dizan rûyên xwe vedişartin. Di dîmenên ji fezaye de hatin girtin de hat dîtin ku, tankan derbasî pişt sînor dikin û rêya xwe li Tirkiyeyê didomînin.

Yek ji rotaya sewqiyata petrolê ya giştî nêzî sînorê Tirkiye ye. Rotaya sewqiyata petrolê ji rojhilatê Sûriye despê dike û diçe Tirkiye yê. Ji wir jî derbasî refîneyek ya li Batmanê dikin. Belgeyên di destê Wezareta Parastinê ya Rûsya nîşan dide ku têkildarî çavkaniyên malî û kamyonên petrolê yên çeteyên DAIŞ’ê di malpera Wezaretê de amadeye ku bê weşandin. 

‘BELGEYÊN KU ALIKARIYA TIRKIYE BI ÇETEYÊN DAIŞ’Ê RE NÎŞAN DIDE EM Ê PARVE BIKIN’

Belgeyên alikarîya bi rêyên ne qanunî ji bo rêxistinê terorê fînanse dike pêşkêş kirin. Rusya,rastiyên têkildarî diziya ku Tirkiye ji cîranê xwe kirî wê daxuyaniyên xwe bidomîne. Hefteya were jî belgeyên ku Tirkiye çawa alikariya DAIŞ’ê dike nîşandide wê parve bike.
Rojava, ti kes bi bazirganiya petrolê ya ne qanunî ya kurê Erdogan re eleqeder nabe. Lê belê rojnamevanên Rusya pir wêrek in ku rastiya têkildarî sucên Tirkiyeyê dibêjin. Eger van delîlan rast nebînin, bila herêmên ku bazirganiyan ne qanunî lê tê kirin ji rojnamevan re vekin.”