Rûsya çawa nêzî Kurdan dibe?

Rûsya çawa nêzî Kurdan dibe?

Mirov dikare bêje li tevahî welatên ku Kurd lê dijîn û gelek welatên ku Kurd lê najîn 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li kolan û meydanan bi awayekî girseyî hat silav kirin. Di nav wan welatên ku nûfûsa Kurdan lê zedeye yek jê jî welatê Rûsyaye. Li sovyeta berê û bi taybet li Rûsyayê hejmara Kurdan bi milyona tê bilêv kirin. Lê gelo ji bo çi di rojek wisa girîng û ji bo hemû Kurdan bi wate de Kurdên li vê qadê dijîn bêdeng dimînin?

Li ser vê pirsê mirov dikare gelek teoriyan pêş bixe lê di bingeh de ya rast çi ye? Pêwîste mirov wê şîrove bike û derxe zanebûne. Piştî êrîşên komên çete li seranserê Kurdistanê zêdebûn û şûn ve gelê Kurd ji bo van êrîşan têxe rojeva cîhanê dest bi çalakiyan kir. Bi taybet piştî êrîş li ser Şengal û kantona Kobanê giran bûn, li her devera Kurd lê dijîn hema hema her roj çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Lê li qada sovyeta berê bi taybet jî li Rûsyayê mirov nikare bêje ku li gor ruhê demê yê li Kurdistanê tê jiyîn dengê Kurdan bilind dibe. Bêguman di vir de pirsa ku em bikin ev e. Gelo Kurdên li vê qadê dijîn, çalakiyan nakin yan jî dewleta Rûsyayê destûra çalakiya nade?

Li ser vê mijarê ji rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê xebatê xwe didin maşandin daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de wisa tê gotin. “Saziyên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê xebatê xwe li gor zagonên Rûsyayê didin meşandin ev demek ji bo çalakiyê protestoyê lidar bixin serî li saziya pêwendîdar a Şaredariya Moskowê didin. Lê saziya peywendîdar destûr nade ku Kurdên Rûsyayê çalakiyên protestoyî li dijî kiryarên dijmirovane yên DAIŞ’ê werin lidarxistin. Her car bi maniyên curbicur serlêdanên organîzatorên çalakiyan tên redkirin.”

Di berdewama vê daxuyaniyê de çend caran serlêdan kirine, çend cara ji bo destûrê bigirin bi rayedarên Rûs re hevdîtin kirine hemû bi awayekî zelal hatiye nivîsandin. Ev jî dide diyar kirin ku Kurd her kî derê bin ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û Şengalê derdikevin meydana. Wê demê pirsa ku em bikin ev e. Dewleta Rûsya çima destûrê nade ku Kurd bi awayekî demokratîk dengê xwe li kolan û meydana dengê xwe bilin bike?

Bêguman gelek sedemên vê hene ku nahêle. Em dikarin çend sedama wisa rê bike.

1-Di Cejna qurbanê de li mizgefta navêndî ya li paytextê Rûsyayê Moskowê ji 100 hezar zêdtir mislimanên ji Tirkiye, Ozbekîstan, Tacikîstan, Turkmenînstan, Tatarîsta, Başkirt, Îngûş, Çeçenîstan û ji gelek dewletên din li hev kombûn û nimêja cejnê kirin. Ev yek nifûsa Mislimanên li Moskowê jiyan dike radixe berçavan. Îro tişta ku herî zêde Rûsya jê ditirse, di nav sînorê Rûsyayê de şerê şerê mezhebiye.

2-Rûsya li hember êrîşên DAIŞ heya niha daxuyaniyeke fermî û zelal nedaye. Hemû daxuyaniyên ku hatine dayîn jî şêlû û ne zelal in. Yanî mirov dikare gelek encama ji wan derxe.

3-Di ti mijaran de dewleta Rûsyayê gotina xwe zû û ecele nabêje. Xwe giran dike û rewşa siyasî ya cîhanê bi awayekî giştî dinirxîne. Ev jî tê wateya ku herdem Rûsya dereng bimîne. Lê gelek kes jî dibêjin ev nêzîkatî hertim bi Rûsya daye qezençkirin.

4-Di vê salê de hecma tîcareta di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li gor sala borî 35.4 zêdebûyî û gihiştiye 14 milyar dolar. Dema hemû dewletên rojavayî ambargo datînin ser Rûsyayê Tirkiyê tekîliyê xwe bi Rûsyayê re qût nekir. Ev jî têkîliyê dinavbera herdû dewleta eşkere dike.

5-Piştî referandûma di 16’ê Adara 2014’an Kirim bi dewleta Rûsyayê ve hat girêdan. Lê ev ne bi dilê Tirkiyê ye. Rûs ditirsin Tirkên li Kirimê nakokiya derxin. Bi taybet di rewşa ku hîn problema Ûkrayna ne hatiye çareserkirin bûyerên ku li Kirimê derkevin wê ji bo Rûsyayê neyînibe.

Mirov dikare vê lîstê hîn dirêjtir bike. Ji ber tu politikaya dewleta Rûsya li ser Kurdan nîne, li hember bûyerên ku îro li Rojhilata Navîn bi ser Kurdan ve pêş dikevin jî nikarin tiştekî bikin. Her çiqas di hevdîtinên xwe yê bi rayedarên Kurd re dibêjin êdî em stratejik nêzî tevgerên Kurd dibin jî heya niha tiştekî berbi çav nehatiye jiyîn. Hêvîdarim ku deweta Rûsya jî di demek nêz de potansiyela Kurdan a li Rojhilata Navîn bibîne û li gor wê nêzî gelê Kurd bibe. Ji ber ku, di nav dewletên berê yê Sovyetê de Kurd herî zêde li Rûsyayê dijîn û Kurdên li vir dijîn jî Rûsyayê dostê xwe dibînin.

Bêguman ne tenê Rûsya hemû dewletên Sovyetê yê berê de potansiyeleke Kurdan heye. Lê ji ber dewletên ku bi taybet ê baweriya wan Misliman xwe di hin mijaran de nêzî Tirkiyeyê dibînin. Ev yek jî dihêle ku dijminatiya Kurdan di wan de pêş bikeve. Ji ber vê yekê îro gelek dewletên Sovyeta ber yê wek Kazakîstan, Azerbeycan, Ozbekîstan û hwd. PKK xistine lîsteya terorê. Di vir de jî ger Rûsya bixwaze dikara Partiya Karkerên Kurdistan ji lîsteya terorê derxe ji ber ku her çiqas ev dewletên serbixwe bin jî bandora Rûsya bi her awayî li ser wan heye.