Rûniştinên dozên Ozgur Gundem û ETHA'yê hatin taloqkirin

Rûniştinên dozên ku xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê û ajansa ETHA'yê lê tên darizandin, pêk hatin.

Rûniştina darizandina Xwediyê Îmtîyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê ya bi biryarnameyê hate girtin Kemal Sancili, Berpirsyarê Weşanê Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û Eren Keskîn, li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Keskîn tevlî rûniştinê bû, Kaya, Kizilkaya û Sancili tevlî nebûn.

Rûniştina dozê ji bo 24'ê Kanûnê hate taloqkirin.

RÛNIŞTINA DOZA XEBATKARÊN ETHA'YÊ

Rûniştina 9'emîn a doza der barê Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semîha Şahîn, nûçegihan Pinar Gayip û 4 kesan ku bi sûcdariya "endametiya rêxistinê" hatiye destpêkirin, pêk hat.

Rûniştina dozê ji bo 22'ê Kanûnê hate taloqkirin.