Rûniştina rojnamegeran destpêkir

Rûniştina rojnamegeran destpêkir

Di rûniştina rojnamegeran de ji ber ku xwendina îdîanameyê xilasnebûye daxwaza parastina bi kurdî nehate qebûlkirin. Di rûniştinê de Serokê OHD'ê Parêzer Firat Epozdemîr axivî û wiha got: "Li cîhanê 113 welatî ji zimanekî zêde zimanên fermî hene lê ev welat nehatine perçekirin."

Rûniştina rojnamegerên di saziyên çapemeniya Kurd de dixebitin di roja dawî de li 15'emîn Dadegeha Cezayên Giran a Stenbolê destpê kir. Di rûniştinê de hemû rojnamegerên girtî, 8 rojnamegerên serbest tên darezandin û parêzerên wan û malbatên wan amadebûn. Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtan û gelek rojnamegeran jî tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de tesbîta nasnameya rojnamegerên negirtî hate kirin û rojnamegeran bi Hemşînî û Kurdî bersiva "Ez li vir im" dan.

Di rûniştinê de destpêkê Prz. Eren Keskîn mafê axaftinê girt û diyar kir ku, rojnamegerên tên darizandin li erdnîgariya qedexe ya Tirkiyeyê rojnamegeriyê dikin û ji wê kevneşopiyê tên û wiha got: "Rojnamegerên ji vê kevneşopiya rojnamegeranê li ser erdnîgariya qedexe ya Tirkiyeyê rojnamegerî dikirin û hatin qetilkirin û kiryarên wan tu caran nehatin darizandin." Keskîn anî ziman ku, muwekîlên wan nehatin kuştin lê hatin girtin. Keskîn da zanîn ku 20 sal berê jî dosyayekî wisa bêbingeh nedîti û wiha axivî: "Di dosyayê de axaftinên telefonan, ketin û derketina derveyî welata û nûçe weke delîl hatine nîşandan. Min berê xwe da hemû hevdîtinên telefonan lê tu girêdana bi rêxistinê re min nedît. Herêma lê nûçe çêkirin Bakûrê Kurdistanê ye û çûna vir girêdana bi rêxistinê re nayê nîşandan."

'EV DOZ BÊBAWERIYÊ BIHÊZ DIKE'

Keskîn bal kişand ser zagona ji bo parastina mafê zimanê zikmakî û wiha pê de çû: "Muwekîlên me salekê daxwaza parastina zimanê zikmakî kirin. Lê nehate qebûlkirin. Sererastkirina zagonê mafdariya me danî holê. Mixabin dadgerên me ji bo biryar girtinê wêrek nînin." Keskîn herî dawî got, "Dewleta Tirkiyeyê ji bo çareseriyê çi dixwaze" pirsî û wiha axivî: "Dibêjin bila kurd jî çiyayan bên. Muwekîla min Yuksel Genç bi Koma Aştiyê re hat, ket girtîgehê. Ji girtîgehê derket û tevlî têkoşîna demokratîk bû niha dîsa di girtîgehê de ye. Ev dosya û dosyayên wisa ji bilî bêbaweriyê tu bandorên din nake."

'LI 113 WELATAN ZIMANÊ ZIKMAKÎ DEWLETAN PERÇE NAKE'

Serokê Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Prz. Firat Epozdemîr diyar kir ku, zagona hate derxistin ew erenî dibînin lê ji bo mafê zimanê zikmakî pêk bê kême. Epozdemîr anî ziman ku, li Îranê 8 li Iraqê 4 zimanên fermî hene û wiha axivî: "Li cîhanê li 113 welatan ji zimanekî bêtir zimanên fermî hene. Lê ev welat perçe nabin. Çima Tirkiye ji ber zimanên cuda perçe bibe?" Epozdemîr da zanîn ku, rojnamegerên girtî dixwazin bi zimanê zikmakî parastinê bikin.

Rûniştin bi daxwazên parêzeran berdewam dike.