Rûniştina Qetlîama Sêwasê: Daxwaz hatin redkirin

Rûniştina doza Qetlîama Sêwasê hate kirin. Heyeta dadgehê daxwazên parêzerên red kir.

Di doza Qetlîama Sêwasê de ya ji ber demê betal bûbû, rûniştina 22’emîn a dosyeya 3 bersûcên firar ên bi navê Eren Ceylan, Mûrat Sonkûr û Mûrat Karataş  li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Enqereyê hate kirin. Malbatên kesên hatine qetilkirin, parlementerên HDP û CHP’ê tevlî rûniştina dozê bûn.

Parêzerê yek ji malbata ku hatibû qetilkirin Ozgur Pîroglû diyar kir ku her 3 bersûcên firar sûcdarê ‘terorê’ ne lê ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî wekî ‘terorîst’ nehatine destnîşankirin û li wan nayê gerandin.

Heyeta dadgehê biryar da ku divê bersûc werin girtin û bersûc Eren Ceylan ê ku ne li navnîşana xwe ya li Hollandayê ye ne hewce ye ku ji bo îadekirinê ji rayedarên edlî yên Hollandayê re nivîs were nivîsandin.

Rûniştin taloqî 20’ê Çileya 2021’an bû.