Rûniştina doza zarokên li Silopiyayê hatin kuştin dest pê kir
Rûniştina doza zarokên li Silopiyayê bi panzerê hatin kuştin dest pê kir.
Rûniştina doza zarokên li Silopiyayê bi panzerê hatin kuştin dest pê kir.
Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, roja 3'ê Gulana 2017'an panzereke polîsên Tirk ketibû nava malekê, pê li Mûhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) ên birayê hev kiribû û ew kuştibû. Rûniştina 4. a dozê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê dest pê kir. Di dozê de ajokarê wesayita zirxî polîs Omer Yegît û amîrê wî Mûrat Maden tên darizandin.
Gelek parêzer rûniştinê dişopînin.