Rûniştina doza rojnamevan Zeynep Kûray pêk hat, parêzer ji rûniştinê hate avêtin
Rojnamevan Zeynep Kûray ku ji ber şopandina daxuyaniya Dayikên Aştiyê ya li ber Edliyeya Stenbolê bi lêdanê hate binçavkirin, cara duyemîn derkete pêşberî dadgeriyê.
Rojnamevan Zeynep Kûray ku ji ber şopandina daxuyaniya Dayikên Aştiyê ya li ber Edliyeya Stenbolê bi lêdanê hate binçavkirin, cara duyemîn derkete pêşberî dadgeriyê.
Doza ku bi îdîaya "Rabûna li ber bicihanîna wezîfeyê û heqaretê" li rojnamevan Zeynep Kûray hate vekirin, li 7'emîn Dadgeha Esliyeyê pêk hat.
Zeynep Kûray û parezerê wê Omer Kavîllî tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de ku polîsa bi tundiya li dijî rojnamevanên jin navdar e Melîsa Bodûr gilî kiribû û lê amade bû, parêzer nerazîbûn nîşan da ku muwekîla wê Zeynep Kûray li ser piyan bê sekinandin.
Parêzer Kavîllî xwest, muwekîla wê li kêleka wî rûnê û hukmên qanûnî li bîra dadger xist. Li ser vê yekê dadger mohra xwe danî binê biryareke nehiqûqî û ferman da polîsan ku Kavîllî ji salonê biavêje. Parêzer nerazîbûn nîşanî vê yekê da.
Rojnamevan Zeynep Kûray jî avêtina parêzer ji rûniştinê şermezar kir û xwest dadger bê guhertin.
Rûniştinê dosya ji dadgeheke jorîn re şand û rûniştina dozê ji bo 2'ê Tîrmeha 2024'an taloq kir.