'Ruhê berxwedanê yê Denîzan siberoja me ye'
Ji fermandarên MLKP'yê Ferzad Can, 6'ê Gulanê salvegera darvekirina Denîz Gezmîz û hevalên wî nirxand û got, "Ruhê serhildan û berxwedanê yê Denîzan, duh, îro û siberoja me ye."
Ji fermandarên MLKP'yê Ferzad Can, 6'ê Gulanê salvegera darvekirina Denîz Gezmîz û hevalên wî nirxand û got, "Ruhê serhildan û berxwedanê yê Denîzan, duh, îro û siberoja me ye."
Ji fermandarên MLKP'yê Ferzad Can, 6'ê Gulanê salvegera darvekirina Denîz Gezmîz û hevalên wî nirxand û got, "Ruhê serhildan û berxwedanê yê Denîzan, duh, îro û siberoja me ye."
Ji fermandarên Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê Ferzad Can li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi wesîleya salvegera 6'ê Gulana 1972'an dema qetilkirin Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan, ji ANF'ê re axivî.
Can di destpêkê de Gezmîş, Aslan û înan bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî û destnîşan kir, ku tevî ewçend salên di ser re derbas bûn, hînê jî ev her sê şoreşger di dilê şoreşgeran û yekîneyên pêşverû yên gelan de, xwedî cihekî taybet in.
Can got, "Egîdiya wan ewçend mezin e, ku bi tenê bi sedemên însanî nikare bê vegotin. Ji ber dilsoziyeke xurt û fedekariyeke kûr a şoreşgerî, ji aliyê bîrdozî û siyasî ve gelekî mezin û kûr bûn. Ji ber vê taybetmendiya xwe, ruhê serhildan û berxwedanê yê Denîzan ne tenê rabirdûya me ye. Ew duh, îro û siberoja me ye. Ya ku Denîzan dike Denîz ev diyalektîka têkoşîna şoreşgerî ye."
Fermandar Ferzad Can da xuyakirin, ku Denîz Gezmîş û hevrêyên wî, serî li ber zordariyê netewandin û di oxira baweriyên xwe de bi lehengî pihîn li sêpê xistine. Can got, "Encam çi dibe bila bibe, ji armancên xwe yên şoreşgerî venegeriyane. Pêvajoya heyî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha êrîşên topyekûn ên dîktatoriya faşîst, 'Fedekariya mezin a mîna şoreşgeriya 71'ê li me ferz dikin. Êdî dema şoreşgeriyeke ji rêzê nema ye. Şoreşgeriyek ku berê xwe nedaye serketinê, wê bide windakirin. Ji bilî mezinkirina têkoşîna li ser xeta şoreşgeriya fedekar, em bi ti rengî nikarin bersivê bidin serdemê û nikarin bi ser kevin."
Can dirûşma "Bijî Biratiya gelên Kurd û Tirk" a Denîz Gezmîş a li Sêdarê bibîr xist û got, "Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan a di 12'ê Adara 2016'an de hat ragihandin, şênberbûyîna banga Denîzan e.
'RUHÊ 6'Ê GULANÊ LI KOLANÊN CIZÎRÊ BÛ ALA DESTÊ GELÊ KURD'
Can da zanîn, Denîz û hevalên wî, dema îdam li wan hat ferzkirin, bê teredût mirin pêşwazî kirinû got, "Bi heman rengî Mehmet Tûnç û berxwedêrên din jî, dema bi tankan dor li wan hat girtin û teslîmiyet li wan aht ferzkirin, serî netewand û bi lehengî mirin pêşwazî kirin. Ruhê berxwedanê yê 6'ê Gulanê, li kolanên Cizîrê bû ala destê gelê Kurd. Ev yek pireke dîrokî ye. Şoreşa me ya yekbûyî ya Kurdistan û Tirkiyeyê di ser vê pirê re dimeşe."