Rûhanî sond xwar û dest bi wezîfeyê kir
Rûhanî sond xwar û dest bi wezîfeyê kir
Rûhanî sond xwar û dest bi wezîfeyê kir
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî îro sond xwar û dest bi wezîfeya xwe kir. Di merasîma li Parlamenta Îranê de, gelek nûnerên biyanî û serokdewletên cîran hatin vexwendin.
Di merasîma sondxwarina 7. Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Hasan Rûhanî de, nûnerên Efganîstan, Pakîstan, Tacikîstan, Turkmenîstan, Kazakîstan, Ermenîstan, Sûdan û Libnanê amade bûn. Ji Tirkiyê Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû ji bo tevlî merasîmê bibe li Îranê ye.