Rûbîn: Erdogan ditirse ku Zarrab biaxive

Rayedarê berê yê Pentagonê Mîchael Rûbîn got, Erdogan ditirse ku Zarrab biaxive û qala têkiliyên pê re bike.

Rayedarê berê yê Pentagonê, analîstê DYA'yî Mîchael Rûbîn, li ser dosya Reza Zarrab ji servîsa Îngilîzî ya ANF'ê re axivî.

'NE XEMA DYA YE KU ERDOGAN LI ÇI DIFIRIKE'

Rûbîn, tevlîkirina yek ji wezîrên berê yên Erdogan Zafer Çaglayan li dosya Reza Zarrab û biryara girtina Çaglayan bi vî rengî nirxand:

"Beriya her tiştî, ev ek dibe ku nîşan dide ku Zarrab ji dozgeran re axiviye û delîl pêşkêşî wan kiriye. Ya ku Erdogan gelekî jê ditirse ev e. Ji ber ku, eger Zarrab biaxive dibe ku qala têkiliyên xwe yên bi Erdogan re bike. Û detayeke bi vî rengî ya pêvajoya qanûnî heye; ev hemû wê li raya giştî vekirî bin. Dibe ku Erdogan işaret bi wê bike ku li hemberî wî komployek hatibe kirin, lê belê delîl li holê ne û êdî kes jê bawer nake. Biryara girtina Çaglayan wê teqez zerarê bide têkiliyên navbera Washîngton û Enqereyê. Lê belê dadgeriya DYA ser bi xwe ye. Ji xwe ne xema rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ye bê Erdogan li çi difikire."

'DIVÊ MALBATA WÎ SERDANA DYA NEKE'

Rûbîn anî ziman, ev mesele wê bigihêje Erdogan û got, "Ji ber ku têkiliyên bi guman û nelirê yên li Tirkiyeyê ne tenê bi Zarrab û Çaglayan bi sînor in. Di dawiya dawî de wê Erdogan jî nîşan bide. Ji bilî eşkerekirina vê agahiyê, tiştekî din ê ku DYA bike nîne. Li gel vê yekê, wê ji bo wî baştir be ku malbata wî careke din serdana DYA neke."

Rûbîn destnîşan kir, ku dadgeriya DYA wê paş ve gavê neavêje û got, "Lê belê Çaglayan ne li DYA ye. Erdogan jî wê wî radest neke. Dibe ku doz bi pêş ve neçe, lê belê wê ji holê jî ranebe."

'TIRKIYE BÛYE QURBANÊ ERDOGAN'

Ji bo pirsa, "Erdogan wê di nava meha Îlonê de serdana DYA bike. Gelo ev mijar dikare bibe bazarî di navbera wî û rêveberiya DYA de?" Rûbîn ev bersiv da: "Serbixwebûna dadgeriyê tê vê wateyê: Erdogan, bi qasî ku vê daxwazê bike bûdela jî be, ne hêza Trûmp heye, ne jî ya Wezîrê Karên Derve Rex Tîllerson heye ku bersivê bide vê daxwazê. Û her kes wê bi awayekî vekirî bişopîne, bê parêzvanên Erdogan vê carê êrîşî kê bike."

Rûbîn got, "Erdogan li encamên biryarên xwe yên şaş rast tê" û got, "Tirkiye bûye qurbanê Erdogan, ne DYA."

Li ser têkiliya navbera doza bertîlê û şerê navxweyî yê li Tirkiyeyê û rola Tirkiyeyê li herêmê, Rûbîn got, "Ev mesele bi giranî têkildarî pêkanînên DYA yên li ser Îranê ye. Li gel vê yekê bi şik û guman im, ku di beşeke mezin a vê meseleyê de Hakan Fîdan navekî sereke ye."

'EHMEQÊ MEZIN!'

Rûbîn anî ziman, Zafer Çaglayan û gumanbarên din ne tenê li DYA dibe ku li welatên din jî mîna sûcdaran bên dîtin û wiha dewam kir: "Weke mînak; ne bawerim ku yek ji van gumanbaran bixwaze di demeke nêz de serdana Elmanyayê bike. Dibe ku Erdogan xwe weke sûltanê nû dibîne, lê belê gelek welat wî weke ehmeqê herî mezin ê li cîhanê dibîne. Bi gotineke zelaltir em bêjin; gefên wî bi kêr neaht û êdî gotinên wî ne xema kesî ye."

'ZARRAB AXIVIYE'

Rayedarê berê yê Pentagonê, Analîstê DYA'yî Mîchael Rûbîn da zanîn, ku dibe ku Zarrab bi saziyên DYA re hevkarî kiribe û wiha dewam kir: "Xuya ye Zarrab axiviye. Ew mirovekî ku bi gelek tiştan zane. Û texmîn dikir ku eger li Tirkiye ya jî Îranê bimîne wê bê kuştin, lewma hat DYA. Li DYA dibe ku li girtîgehê bimîne, lê belê wê ewle be. Û eger agahiyan li ser kesên weke Erdogan û Çaglayan bide, dibe ku rojekê azad bibe."