RSF, êrişa polêsên Tirk a li rojnamevanan şermezar kir
RSF, êrişa polêsên Tirk a li rojnamevanan şermezar kir
RSF, êrişa polêsên Tirk a li rojnamevanan şermezar kir
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a navenda wê li paytexta Fransa Parîsê ye, êrişa polêsan a 5'ê Gulanê li Stenbolê li dijî nûçegîhanên DÎHA û ANF'ê kirin, bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniya RSF'ê de der heqê mijarê de weha hat gotin; "Berdêla tengezariya civaka Tirk dijî, nabe ji rojnamevanan bê stendin. Em ji polêsên Stenbolê dixwazin ku ji bo kesên ev dijwarî û bêberpirsyarî kirine eşkere bike, di nava xwe de lêpirsîneke bêalî bimeşîne. Cezanekirina polêsên sûcdar, wê hîn bêtir rê li ber êrişan veke. Rola polêsan ew e, ku gava rojnamevanan karê xwe kirin, wan biparêzin. Divê polês bîne bîra xwe ku rojnamevan ne endamên wan e û pêwîste ji mafê veşartina çavkaniyan ê rojnamevanan re hurmetê nîşan bidin."
Hêjayî gotinê ye, roja 5'ê Gulanê, çalakiya bîranîna sê şoreşgerên di sala 1972'an de hatin darvekirin li êrişa tund a polêsan rast hatibû û nûçegihanên DÎHA'yê Rojda Korkmaz, Sevdiye Ergurbuz û nûçegihana ANF'ê Zeynep Kûray li êrişê rast hatibûn.
RSF bibîr xist, ku di bûyerên 1'ê Gulanê yên li Stenbolê de, 6 rojnamevan birîndar bûn.