RSF’ê şîdeta polîsan şermezar kir
RSF’ê şîdeta polîsan şermezar kir
RSF’ê şîdeta polîsan şermezar kir
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas yên Navnetewî (RSF) der barê êrîşa polîsan li Parka Gezî li hemberî gel pêk anî daxuyanyek da û bi awayekî tund şermezar kir. RSF diyar kir ku piştî êrîşa polîsan ligel welatiyan rojnamger jî rastî êrîşê hatine.
RSF’ê êrîş ali hemberî welatiyên li Parqa Gezî pêk hat şermezar kir. RSF’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku ligel çalakvanan gelek parlamenter û rojnamegevan jî rastî şîdetê hatine.
RSF’ê helwesta polîsan a di bûyerên li Stenbolê de bi tundî şermezar kir û got: “Ev şîdeta polîsan ya li Stenbolê ku xwe dubare kir, bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê bê rawestandin. Divê lêpirsînên bê kêmasî û bê alî bê amadekirin û şîdet ali hemberî rojnamegeran pêk hatiye bê tespîtkirin û berpirs bên cezakirin.”