RSF’ê rojnameya Star û Yenî Akît şermezar kir

RSF’ê rojnameya Star û Yenî Akît şermezar kir

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji rojnameya Star û Yenî Akîtê ji ber nûçeyên ku di derbarê wê de çêkiribûn rastkirina nûçeyan xwest û ev helwesta nûçeyan şermezar kir. RSF'ê helwesta Star û Yenî Akîtê ya li hemberî Komîteya Parastina Rojnamegerên Navneteweyî (CPJ) jî bi zimanekî tund şermezar kir.

Rojnameyên Starê û Yekî Akîtê ku bi nêzîkatiya hikûmetê tê zanin û her tim bi nûçeyên provokatîf derdikeve pêş, dîsa nûçeyên bê kok û bingeh belavkiribû. Rojnameya Starê û Yekî Akîtê rojnamegerên Kurd û rojnamegerên çapkir û rastiyê tînin ziman kir hedefa xwe. Li gel ku Komîteya Parastina Rojnamegerên Navneteweyî (CPJ) û Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), di derbarê azadiya ramanê û rojnamegerên girtî de di lehê Tirkiyeyê de rapor amade kir jî Wezareta Dadê di 5'ê Kanûna 2012'an de raporek amade kir û diyar kir ku, rojnameger ne ji ber karê xwe ji ber sucê rêxistinê tên darizandin.

Piştî ku rojnameya Starê li ser malpera xwe ya întertenê nûçeya bi îmzeya Zafer Kutuk bi ser navê "Kilavûzê Tirkiyeyê yê Sînornenasan, hikûmxwarê terorê ye" weşand. Rojnameya Starê, Edîtorê ETHA û nûçegihana ANF’ê Arzu Demir, nûçegihanê DÎHA Çagdaş Kaplan, xebatkarê Radyo Dunya Kenan Karavil yên li Kandirayê, Nûçegihanê DÎHA yê Şirnexê Faysal Tunç yê li Kalkandereyê, Xebatkara Kovara Demokratik Modernîte Sevcan Atak ya li Şakrana Îzmirê, Gerîneneya Giştî ya Rojnameya Atilimê Sedat Şenoglu û Gerinendeyê Giştî yê Ozgur Radyoyê Nadiye Gurbuz kirin hedefa xwe û wekî endamên rêxistinê bi nav kir. Rojnameyê di derbarê Çagdaş Kaplan de li ser agahiyên bê bingeh û çavkanî îdîaya "Mutahîdek bi çekê tehdît kiriye û biriye mala rêxistinê û gasp kiriye." kir.

RSF daxuyaniyek da û ji Star û Yenî Akîtê xwest nûçeyên xwe yên 28'ê Çileyê ya Zafer Kutuk û ya Yener Donmez ya “Bi rastî sînor nasnekirine" û “Kilavûzê Sînornerasan yê Tirkiyeyê hikumxwarê terorê ye" bi zimanekî tund rexne kirin.

Sekreterê Giştî yê RSF'ê Christophe Deloire, di derbarê sûcdariyên Yenî Akît û Starê de daxuyanî da û diyar kir ku, bi sextarî nêzîk dibin. Deloîre anî ziman ku, RSF’ê her tim li gorî çarçoveya rojeva polîtîk tev geriya ye û destûr nadin ku we wekî bi rêxistinên terorîst re tev digerin bên naskirin.

RSF destnîşan kir ku, ew ji piştgiriya rewşenbîran û nivîskarên wekî Ahmet Şik û Nedim Şener keyfxweşin. RSF'ê daxuyand ku, ew bi CPJ'ê re di nava piştgiriyê dene û xwest Star û Yenî Akît nûçeyên xwe rast bikin.

RSF'ê da zanîn ku, ew li ser binpêkirinan lêkolîn dikin û Nûnerê wan yê Tirkiyeyê û Sekreterê Giştî hatine li Tirkiyeyê bi hemû nûnerên beşên fikir û ramanên cuda yên rojnamegran re hevdîtin kirine. RSF da zanîn ku, wan di Hezîrana 2011’an de rapora “Ji Pirtûkan Bomba çênabin" weşandiye û vê rastiya Tirkiyeyê nîşan dide. RSF bibîrxist ku, ew pir zelal û ronî ne û baweriya wan ya ji nûnerên Tirkiyeyê temame. RSF da zanîn ku, nûnerê wan Nûnerê Weşanê yê Malpera Bîanetê yê berê Erol Onderoglu ye û Onderoglu bê alî û bê sînor bi awayekî zanistî tev digere û rojnamegerekî ji aliyê cîhanê ve tê zanîn.

RSF’ê ragihand ku, îdîaya Necatî Abay nûnerê RSF’ê yê Tirkiyeyê ye û kilawizê rêxistina navneteweyî ye îdîayek şaşe û wiha got: "Abay wekî 3 hezar û 500 endamên cîhanê wî jî xwest di cotmeha 2012’an de bibe endamê RSF’ê. Lê ev nayê wateya ku ew nûnerê RSF’ê yê Tirkiyeyê ye."