Roza Botan li Aachenê hat bîranîn

Menekşe Ergun (Roza Botan) a li Êlihê roja 15'ê Adarê tevî hevala xwe Rûşen Altûn ji aliyê çeteyên qesrê ve hat înfazkirin, li bajarê Elmanya Aachenê hat bîranîn.

Menekşe Ergun (Roza Botan) a li Êlihê roja 15'ê Adarê tevî hevala xwe Rûşen Altûn ji aliyê çeteyên qesrê ve hat înfazkirin, li bajarê Elmanya Aachenê hat bîranîn.

Xizmên Ergun ên li bajarê Elmanya Aachenê dijîn, li Mala Gel a Kurd mewlûd dan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser navê komîsyona piştgiriya bi malbatên şehîdan re axaftin hat kirin. Dûre Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Aachenê Mahmût Guler hemû beşdarên merasîmê silav kir.

Endamê PYD'ê Xalid Ezîz di şexsê Roza Botan de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî û sersaxî ji malbatê û tevahiya gelê Kurd re xwest.

Apê Roza Botan Ramazan Ergun jî got, "Asta şehadetê asteke pîroz e. Xwegihandina vê astê ne hêsan e. Ev şehîd ji ber ku dildarên ax û azadiyê bûn, têkoşîna xwe mezintir kirin û bi vî rengî tevlî bûn. Wan gelekî hez ji jiyanê dikirin. Ji bo jiyana jê hez dikin azad bikin, têdikoşiyan."

Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser jiyana Roza Botan hat nîşandan.

Piştî sînevîzyonê hemû beşdarên merasîmê dirûşma "Şehîd namirin" qîriyan. Di merasîma bîranînê de ji bo şehîdan dua hatin kirin û xwarina xêrê hat belavkirin.

...