Ronahî TV êdî li ser Hotbird û Nîlesat e

Ronahî TV êdî li ser Hotbird û Nîlesat e

Ronahî TV ku yek ji televîzyonên bi bandor ên Kurdan e û weşana wê li Ewropa Kafkasya û Rojhilata  Navîn tê temaşekirin, ji bilî satalayta Nîlesat’ê wê êdî li ser Hotbîrd’ê jî weşanê dike.

Derbarê mijarê de rêveberiya televîzyonê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em dixwazin ji temaşevanên televîzyona xwe Ronahî TV re mizgîniyekê bidin. Li ser daxwaza gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Ewropa, welatên Sovyêta berê û Rojhilata Navîn, her çi qasî dereng be jî, ji niha û pê ve em ê weşana xwe êdî li ser satalayta Hotbird'ê jî biweşînin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku weşana televîzyonê ya li ser Hotbird’ê destpê kiriye û dê weşana li ser satalayta Nîlesat jî bidome.

Li gorî daxuyaniyê navnîşana weşana Ronahî TV ya li ser Hotbird'ê wiha ye:

HOTBIRD 13.0 E

FREQUENSY: 11179

POLARIZATION:  H

SYMBOL RATE: 27500

FEC: 3/4

Navnîşana weşana televîzyonê ya li ser Nîlesat jî wiha ye:

NILESAT

FREQUENSY: 11354

POLARIZATION:  V

SYMBOL RATE: 27500

FEC: 5/6

Ronahî TV ku di sala 2011’an de dest bi weşana xwe kir, di demeke kurt de, li Ewropa, Kafkasya û Rojhilata Navîn gihîşt girseyek mezin a temaşevanan. Ronahî TV bi taybetî bi weşana xwe ya li ser geşedanên Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê derket pêş û weke referans tê dîtin.