Romanya dixwaze rojnamevan Akman radestî Tirkiye bike
Rayedarên Romana rojnamevan Nûrî Akman jî di nav de hewl dide 3 koçberên siyasî yên Kurd tevî pêkanînên êşkence û gefa girtinê ya li Tirkiyeyê dixwaze dersînor bikin û radestî Enqerê bikin.
Rayedarên Romana rojnamevan Nûrî Akman jî di nav de hewl dide 3 koçberên siyasî yên Kurd tevî pêkanînên êşkence û gefa girtinê ya li Tirkiyeyê dixwaze dersînor bikin û radestî Enqerê bikin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, rojnamevan Nûrî Akman li Balafirgeha Bkreş tevî ku daxwaza ilticayê jî kiriye, hate zanîn ku hewl dane bi zorê li balafirê siwar bikin.
Daraza Tirkiye ji bo Akman bi hinceta nûçeyên li ser Kobanê, wêneyên kişandî û parvekirinên li ser tevnên dijîtal bi sûcê ‘Endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh ceza lê biriye.
Biryar piştî ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve hate xirakirin û şûnde doz ji nû ve pêk hatibû û di rûniştina 3’an de biryara girtina Akman hatibû dayîn.
Akman ji ber gefa daraza Tirk Çileya 2019’an neçar mabû ku biçe Yewnanistanê, daxwaza îlticaya siyasî kiribû.
Koçberên siyasî Kokman Coşkûn û Serdar Bîlgînç ên du welatiyên din ku Romanya dixwaze dersînor bike. Di derbarê her du kesan de jî biryara girtinê heye.