Rola Elmanyayê ya di Qirkirina Dersimê de kete rojeva meclîsê

Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal, gazên Elman ên eşkere bû ku li Dersimê hatine bikaranîn û balafirên şer ên bi tîpa He111 Heinkel ên sala 1937'an hatin firotin ji hikumeta Merkel pirsî.

Meha Gulanê ji rojnameya Dersimê Husnu Gurbey û Mahsûnî Gul xwe gihandin belgeyên bi îmzeya Mûstafa Kemal ku nîşan didan, gazên bi jehr ên di dema Qirkirina Dersimê de hatine bikaranîn ji Elmanya Nazî hatine wergirtin. Piştre jî Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê lêkolîneke berfireh a der barê mijarê de weşandibû.

Hem ji gotinên mexdûran hem jî ji vegotinên rayedarên Tirk ên di komkujiyê de para wan hene tê zanîn ku li Dersimê gazên bi jehr hatine bikaranîn. Li gorî belgeyê ku piştî salan eşkere bûn, hikumeta Tirk a wê demê di navbera salên 1933-1945'an de ji rejîma Nazî 20 ton gazên weke Chloracetophenon û Îperît tevî tesîsatên otomatîk ên van gazan bixin nava bombeyan wergirtiye.

Mûstafa Kemal 7'ê Tebaxa 1937'an mohra xwe danîbû binê belgeyên der barê kirîna amûrên şer û qirkirinê ji Elmanyayê. Her wiha li gorî belgeyên ku mohra wezaretên pêwendîdar ên Enqereyê li binî bûn, dewleta Tirk ji bo bikaranîna gazên bi jehr sala 1937'an balafirên şer ên bi tîpa Marten ji DYE'yê wergirtiye.

Ji partiya mûxalefetê ya Elman Partiya Çep hevkariya sûc a Elmanyayê ya li qirkirina Dersimê xist rojeva Meclîsa Federal. Bi hewldana parlamenterên Partiya Çep Ulla Jelpke, Dr. Andre Hahn, Gokay Akbûlût, Christine Buchholz, Heike Haensel, Andrej Hunko, Amira Mohamed Ali, Niema Movassat, Dr. Alexander S. Neu, Petra Pau, Martina Renner, Kersten Steinke, Friedrich Straetmanns, Dr. Kirsten Tackmann der barê mijarê pêşnûme hate amadekirin û pêşkêşî meclîsê hate kirin.

Di pêşnûmeyê de der barê gazên Elman ên li Dersimê hatin bikaranîn pirsên berfireh ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel tê kirin. Di pêşnûmeyê de ku 1'ê Tîrmeha 2019'an hate pêşkêşkirin wekîl pirsa "Hikumeta federal der barê belgeyan de xwedî kîjan agahiyan e?" kirin û daxwaza bersiveke berfireh kirin.

Wekîlan her wiha pirsîn ku belge ji aliyê dîroknasan ve hatine lêkolîn an na, gazên bi jehr ên li Dersimê hatin bikaranîn ji aliyê kîjan fîrmaya Elman ve hatin amadekirin û bi destûra rejîmê hatin şandin an na?

Di pêşnûme pirsê de wekîlan her wiha bal kişandin ser belgeyeke arşîva Wezareta Karên Derve ya Elman, ku nîşan dida di sala 1937'an de balafirên şer ên bi tîpa Heinkel He111 ji Tirkiyeyê re hatine firotin. Wekîlan ji hikumeta federal pirsîn ku haya wan ji vê belgeyê heye yan na. Wekîlan diyar kirin, eger ev yek rast be hingî divê bê eşkerekirin ku di nava kîjan şert û mercan de ji Tirkiyeyê re hatine dayin.

Tê payin ku hikumet rojên bê bi rengekî nivîskî bersivê bide pêşnûme pirsa wekîlên Partiya Çep.